Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin

Li Helebê ji bo şervanê Hêzên Komandos Husam Cuma (Şervan) ê li Reqayê şehîd bûbû, sersaxî hate xwestin.

Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin
Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin
Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin
Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin
Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin
Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin
Li Helebê ji bo şehîd Şervan sersaxî hate xwestin
13 mijdar, 2021   15:37
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Husam Cuma (Şervan). Şervanê Hêzên Komondos Husam Cuma dema li erka xwe ya leşkerî bi cih dianî 4'ê Mijdarê li bajarê Reqayê gihaşt asta şehadetê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd konê merasîma şehîd Husam Cuma li qada Şehîdan a li rojavayê taxê vegirt.

/ar/uploads/files/2021/11/13/140657_aly-alhsn.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs, Şêx Elî El-Hesen axivî û got: "Şehîd namirin, ji ber ku parastina me kir da em bi rûmet bijîn. Em saya şehîdên xwe mafên xwe bi dest dixin, wê demê çima dema em şehîdan oxir dikin, em digirîn? Berovajî vê divê em bi tilîliyan wan oxir bikin."

Şêx Elî destnîşan kir ku bajarê Efrînê û herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, dê tenê bi xwîna şehîdan û ewladên herêmê rizgar bibin.

/ar/uploads/files/2021/11/13/140719_kwlh-bkw.webp

Endama Rêveberiya Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt a taxa Eşrefiyê Gulê Beko got: "Şehîd canên xwe dikin pire ku gel ber bi ewlehî û azadiyê ve dibe. Bi saya xwîna wan îro gelê herêmê bi ewle û îstiqrar dije û bi saya keda şehîdan destkeftî hatin bidestxistin."

/ar/uploads/files/2021/11/13/140616_ahmd-jafr.webp

Endamê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo Ehmed Cafer diyar kir ku hemû pêkhate; Kurd, Ereb, Suryan û Asûr li dijî dewleta Tirk a dagirker disekinin û parastina herêmên xwe dikin. Ji lew re vîna wan xurt e û dê tu carî neşikê.

/ar/uploads/files/2021/11/13/140638_swzdar-rshw.webp

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Eşrefiyê Sozdar Reşo axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Sozdar Reşo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirkve  li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov, şermezar kir.

(eh)

ANHA