Li Dêrazorê di kemîna DAIŞ'ê de 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Mesrib a başûrê Dêrazorê di encama kemîneke çeteyên DAIŞ`ê de 7 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Dêrazorê di kemîna DAIŞ'ê de 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
13 mijdar, 2021   16:39
DÊRAZOR

Çavkaniyeke herêmî ji ajansa me re eşkere kir ku li çolistana Mesrib a başûrê Dêrazorê 7 leşkerên Isûd El-Şerqiye (Şiêtat) a girêdayî hikumeta Şamê di encama kemîneke çeteyên DAIŞ`ê de hatine kuştin. Ji kuştiyan fermandarekî bi navê "Ebdusetar Şiêtatî" heye.

Li gorî çavkaniyê piştî cenazeyên her heft leşkeran gihaştin bajêr, li Dêrazorê gule hatin reşandin.

(eh)

ANHA