Meclisa Leşkerî ya Holê şaneyek ku dizî dikir û şênî ditirsand girt

Meclisa Leşkerî ya Holê şaneyeke ku dizî, talankirin dikir û hewl dida ewlehiya gundewarê bajarê Hesekê têk bibe, girt.

Meclisa Leşkerî ya Holê şaneyek ku dizî dikir û şênî ditirsand girt
13 mijdar, 2021   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Holê Serhed Tirbespiyê ji malpera fermî ya QSD'ê re got: " Li ser bang û giliyên şêniyan û bi daxwaz şêx û rûspiyên herêmê, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Holê operasyoneke li dar xist. Piştî komkirina agahiyan, hêzên ne li gundên Zîbe û Bêzara yên li ser rêya Hesekê û bajarokê Til Birakê girtin ser malên bi guman. Di vê çarçoveyê de 9 kes hatin girtin. Li gel van kesan çek û cebilxane û cilên leşkerî hatin dîtin. Piştî lêpirsîn û komkirina delîlan, 6 kes hatin berdan û 3 kes ku di destên wan di wan kiryaran de hebûn, man."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Holê bang li şêniyên herêmê kir ku b hêzên ewlehî û leşkerî de hevgirtin bin li hemberî wan kiryaran bisekinin.

ANHA