Ji bo herêmên başûrê Hesekê banga derzîbûna li hember laşmanyayê

Rêveberê Navenda Tenduristiyê ya Şedadê Dr. Elî Seîd diyar kir ku derziyên laşmanyayê peyda kirin û bang li nexweşan kirin ku derziyan li xwe bidin.

Ji bo herêmên başûrê Hesekê banga derzîbûna li hember laşmanyayê
13 mijdar, 2021   08:24
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Li herêma başûrê bajarê Hesekê nexweşiya laşmanyayê zêde belav bûye, ji ber vê yekê li Navenda Tenduristiyê ya Şedadê ya başûrê Hesekê zêde qerebalix heye. Lê dîsa jî hin nexweş ji bo dermankirinê serdana navenda tenduristiyê nakin.

Li gorî endamê rêveber ê Navenda Tenduristiyê ya Şedadê Dr. Elî Seîd, laşmanya li herêmên başûrê bajarê Hesekê zêde belav bûye û rêjeya pêketiyan a îsal li gorî par 4 qatan zêdetir e. Her wiha destnîşan kir ku laşmanya li navçeyên Şedadê, Erîşe û Ebdan, Mergede û Deşîşe bêhtir belav bûye.

Elî Seîd diyar kir ku navend rojane zêdetirî 150 pêketiyan derman dike.

Dr. Elî Seîd da zanîn ku sedema belavbûna nexweşiyê li herêmê, mêşa qûmê ye ku ji ber ziwabûna herêmê û golên ku çêbûne, belav dibin

Mêşa qûmê (Hebit Heleb) sedema sereke ya nexweşiya laşmanyayê ye. Ew mêş zer û biçûk e, li gol û cihên çopê belav dibe. Dema bi mirov vedide cihê wê sor dibe û yekser dibe pizik û mezin dibe.

Navenda Tenduristiyê ya Şedadê rojên yekşem û çarşemê derziyên laşmanyayê dide.

Dr. Elî Seîd diyar kir ku navend bê pere derziyan dide nexweşan û bang li pêketiyan kir ku li gorî rojên diyarkirî serdana navendê bikin da ku werin dermankirin.

(eh)

ANHA