​​​​​​​Rojnameyên erebî: 5 armancên Amerîkayê li Sûriyê hene

Rojnameyên erebî îro der barê rewşa Sûriyê, kongreya navneteweyî ya têkildarî Lîbyayê û rewşa li Sûdanê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: 5 armancên Amerîkayê li Sûriyê hene
​​​​​​​Rojnameyên erebî: 5 armancên Amerîkayê li Sûriyê hene
​​​​​​​Rojnameyên erebî: 5 armancên Amerîkayê li Sûriyê hene
13 mijdar, 2021   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

‘5 ARMANCÊN AMERÎKAYÊ LI SÛRIYÊ HENE LÊ DERXISTINA ÎRANÊ TÊ DE TUNE YE’

Têkildarî rewşa li Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Tîma rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden forma dawî ya armancên Amerîkayê yên li Sûriyê diyar kir. Berovajî rêveberiya Donald Turmp, di nava van 5 armancan eşkerekirî de derxistina Îranê ji Sûriyê tune ye, lê belê piştgiriyê dide îstiqrara dewletên cîranên Sûriyê yanî Urdun, Îsraîl û dewletên din.

Li gor agahiyên li ber destan, armanc wiha ne; hêzên Amerîkayê dê li bakur û rojhilatê Sûriyê bin û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê wê bidome. Ya din alîkariya mirovî bi rêya sînoran. Ya sêyem parastina agirbestê, ya çarem piştgiriyê bide hesabxwestinê, mafên mirovan û dev ji çekên wêrankirinê werin berdan. Ya pêncan pêşxistina xebatên aştiyê li gorî biryara 2245’an û destekê bide aramiya dewletên cîran.

Ji ber wê fermandarê hêzên Amerîkayê Kenneth McKenzie bi awayekî veşartî piştî vekişîna ji Efganistanê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û QSD agahdar kir ku dê hêzên wan ji herêmê dernekevin. Her wiha rêveberiya Amerîkayê fişar li serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir ku êrişî herêmê neke ji bo bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û îstiqrara QSD`ê neke. Ji vir xuya dibe ku hêzên Amerîkayê dê heta bidawîbûna dema serokatiya Biden li herêmê bin.

Ji bo dabînkirina dirêjkirina dema gihandina alîkariyên mirovî, pêkanîna Amerîkayê sozên xwe yên têkildarî xebatên jinûve avakirinê û alîkariyên bi rêya xetan, çarşemê li Cinevê berpirsê Rojhilata Navîn Brett McGurk, cîgirê werzîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershnin û şandeyê serokatiya Rûsyayê Alexander Lavrinev li hev civiyan.

Li ser asta dîplomatîk, rêveberiya Biden her tim daxuyaniyan dide û tê de piştgiriya agirbesta giştî ya li Sûriyê û aktîfkirina xebatên siyasî û guhertina destûrê li gorî biryara 2245 kir. Her wiha gelek guhertinên çêbûn di nav de li ser asta jeosiyasî ya têkildarî helwesta wê ya ji hebûna Îranê li Sûriyê. Ev helwesta berovajî ya rêveberiya Donald Turmp e. Rêveberiya Biden 5 armanc danîne pêşiya xwe lê di nav de derxistina Îranê ji Sûriyê tune ye.

Tê payîn ku tîma Amerîkayê 2`yê Kanûnê li Brukselê di civîneke piştî kongreya Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê de armancên nû yên Amerîkayê ji hevalbendên Washingtonê re pêşkêş bike.”

‘KONFERANSA PARÎSÊ Û HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Konferansa navneteweyî ya têkildarî Lîbyayê ku roja înê li Fransayê hate lidarxistin, peyamek xurt ji wan kesan re şand ku plan dikin hilbijartinên ku dê di 24`ê Kanûnê de werin lidarxistin, asteng bikin. Her wiha got ew ê rastî cezayên navneteweyî werin. Çavdêran jî got peyamana ji tundraw û hevalbendên wan re ye.

Aliyên erebî ku beşdarî konferansê bûn, got lihevkirineke fransî – amerîkî der barê dema lidarxistina hilbijartinan de heye. Her wiha hişyarî da beşdarên lîbyayî ku rêzdariyê bidin vê yekê ku hilbijartinên serokatî û parlamentoyê di dema xwe de werin lidarxistin.”

"HÊRSA MILYON" LI SÛDANÊ Û METIRSIYÊN NAVNETEWEYÎ’

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Itîhad El-Îmaratiye ev tişt got: "Hêzên berxwedana Sûdanê û kombûna pîşesazan li Xertûmê banga tevlêbûna çalakiya "Hêrsa Milyonan" kir da ku daxwaza desthildariyeke sivîl bikin.

Koordînasyonên komîteyên berxwedanê li Xertûmê ku ew jî komîteyên xwepêşandanan Ii taxan bi rê ve dibin, li ser rûpela fermî ya kombûna pîşesazên Sûdanê ya Facebookê daxuyaniyek weşand û wiha got: "Me erê kir ku roja şemiyê rojeke şoreşgerî be û bi milyonên kes hebin da ku serweriya leşkberî bi bin bixin."

(şx-bx)