Gorka Elejabarrieta Diaz: Girtina PKK'ê di lîsteya terorê de li pêşiya aştiyê asteng e

Senatorê Spanyayê û endamê partiya Baskê ya EH Bilduyê Gorka Elejabarrieta Diaz got “Dewleta Tirk ji bo ku êrişên xwe mafdar nîşan bide, girtina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ bi kar tîne.”

Gorka Elejabarrieta Diaz: Girtina PKK'ê di lîsteya terorê de li pêşiya aştiyê asteng e
13 mijdar, 2021   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

29 siyasetmedar, nivîskar, ramyar, aktîvîstên aştiyê, hiqûqnas, û hunermendan ‘Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan’ ava kiribû.

Di nava van de nivîskara xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, ramyar Slavoj Zîzek, pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech, sekreterê giştî yê EUTCC’yê Prof. Michael M. Gunter, endama damezirîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas û gelek kesên din di vê însiyatîfê de cihê xwe digirin û dest bi kampanya derxistina navê PKK'ê ji lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê (YE) kir.

Senatorê Spanyayê û berdevkê têkiliyên navneteweyî yê partiya Baskê ya EH Bilduyê ku yek ji îmzekarên kampanyayê ye Gorka Elejabarrieta Diaz diyar kir ku ji bo ku pirsgirêka Kurd bi muzakereyan bê çareserkirin, divê bi hemû aliyan re muzakere bê kirin û di vê çarçoveyê de PKK ji 'lîsteya terorê' ya NY’yê bê derxistin.

Gorka Elejabarrieta Diaz destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd rewa bike, vê yekê bi kar tîne û got: “Dewleta Tirk ji bo êrişên xwe mafdar nîşan bide, girtina PKK’ê di nava 'lîsteya terorê' de, bi kar tîne.”

Gorka Elejabarrieta Diaz bi bîr xist ku ragirtina PKK'ê di 'lîsteya terorê' de li pêşiya aştiyê asteng e û got: "Vê yekê kir ku azadiya ramanê sînordar bibe û azadiyên sivîl ji holê rabin. Rê li ber qedexekirin û êrişên li ser partiyên siyasî, rojname, kanalên televîzyonê û hwd vekir."  

Gorka Elejabarrieta Diaz diyar kir ku ew gelê Kurd baş fêm dikin, ji ber ku li herêma Baskê jî bi rewşên bi heman rengî re rû bi rû ne û wiha lê zêde kir: "Em ji tecrubeya xwe baş dizanin ku divê ev astengî bên rakirin û ji ber vê yekê me gelek caran daxwaz kir ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya YE’yê bê derxistin. Divê welatên endamê Neteweyên Yekbûyî di vî warî de gavên cidî biavêjin."  

ANHA