​​​​​​​Koçberên Efrînê bi ruhê berxwedanê amadekariyên hatina zivistanê dikin

Li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, koçberên ji kantona Efrînê yên li kampên Şehbayê amadekariyên pêşwazîkirina zivistanî dikin. Efrînî diyar dikin ku ew ê xeta berxwedanê berdewam bikin û qebûl nakin ku di bin alîa dagirkeran de bijîn.

​​​​​​​Koçberên Efrînê bi ruhê berxwedanê amadekariyên hatina zivistanê dikin
​​​​​​​Koçberên Efrînê bi ruhê berxwedanê amadekariyên hatina zivistanê dikin
​​​​​​​Koçberên Efrînê bi ruhê berxwedanê amadekariyên hatina zivistanê dikin
​​​​​​​Koçberên Efrînê bi ruhê berxwedanê amadekariyên hatina zivistanê dikin
​​​​​​​Koçberên Efrînê bi ruhê berxwedanê amadekariyên hatina zivistanê dikin
​​​​​​​Koçberên Efrînê bi ruhê berxwedanê amadekariyên hatina zivistanê dikin
13 mijdar, 2021   05:14
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişên dijwar ku hemû cûre teknîka pêşket a şer û balafir bi kar anîn di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kirin û 300 hezar kes ji kantonê koçber kirin. Niha jî beşek mezin ji wan li 5 kampên kantona Şehbayê dijîn.

Tevî mercên zehmet ên koçberiyê, hikumeta Şamê ambargoyeke dijwar li ser koçberan ferz dike û rê nade ku sotemenî, derman û madeyê xwarinê yên bingehîn derbasî kantonê bibin.

Li aliyekî din jî gundên nêzî eniyên şer ên bi dagirkeran re, her roj rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Koçberên Efrînê yên li kampan bi van mercan amadekariyên xwe ji bo hatina zivistanê dikin.

Beriya hatina zivistanê re, koçberên Efrînê yên di kampan de dimînin konên xwe yên ku wan ji germa havînê diparêzin nû dikin, nemaze  îsal ku germahiya hewayê zêde bû. Şêniyan bi nûkirina konên xwe bi derfetên heyî hewl didin bandora baranê kêm bikin û xwe ji sermaya dijwar a zivistanê biparêzin.

Tevî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehba ferz kiriye ku rê nade madeyên bingehîn wekî mazot û derman derbasî herêmê bibin, Şaredariya Gel a Kantona Efrînê û Meclisa Kantona Efrînê hewl didin ku pêdiviyên jiyanî ji bo koçberan dabîn bikin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Kantona Efrînê Fayîq Ehmed got : "Pênc kampên herêma Efrînê bi deh hezaran koçberên Efrînê digire nava xwe, lê ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, rewş xirabtir kir. Ji ber ku nuqteyên kontrolê yên ku li ser rêya di navbera kantona Şehba û bajarê Helebê de hatine danîn, rê li ber derbabûna sotemenî, madeyên xwarinê û dermanan digirin."

Fayîq Ehmed diyar kir ku ew hemû hewldanan dikin da ku pêwîstiyên koçberan bi cih bînin û wiha dom kir: "Tevî derfetên kêm, her tiştê ku ji destê me tê em dikin da ku pêdiviyên sereke yên koçberan wekî çadir, çîmento û pêdiviyên dîtir dabîn bikin, ji bo ku ava baranê derbasî çadiran nebin û kêmasiyên ku par derketin dûbare nebin."

Fayîq Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku rola xwe ya mirovî li hember koçberên Efrînê pêk bînin, ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehba rakin û dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê derbixin da ku şêniyên wê yên resen vegerin axa xwe.

Koçberê bi navê Xemgîn Osman ê ji navçeya Reco û niha li komîna pêncemîn a kampa Berxwedan bi cih bûye got: "Ev zivistana çaremîn e ku em di bin konan de dijîn, em bi ruhê berxwedanê ve girêdayî ne ji bo ku ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re isbat bikin ku çi dibe bila bibe em ê Efrînê rizgar bikin."

Xemgîn Osman wiha dom kir: "Îro piştî ku min ji şaredariya kampê tûrikek çîmento û hinek blok girt, min konê xwe ji bo rûbirûbûna sermaya zivistanê û germa havînê amade kir. "

Osman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê li hemberî zehmetiyan di konên xwe de li ber xwe bidin û qebûl nakin ku di bin ala dagirkeriyê de bijîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Efrînê tevî kêmbûna derfetan, di 10'ê Cotmehê de zêdetirî pênc milyon lître mazot li şêniyên herêma Efrînê belav kir. Tê payîn ku dê di destpêka sala 2022'an de beşa duyemîn were belavkirin.

(dx)

ANHA