Xwestin bi êrişê bitirsînin û îradeyê bişikînin

Xwestin bi êrişê bitirsînin û îradeyê bişikînin
13 mijdar, 2021   01:19

Ahmet Bîrsîn

Faşîzma AKP-MHP'ê beriya êrişa hovane, li dijî Rojava êrişa qirkirinê da destpêkirin. Di 9'ê Cotmehê de Yûsif Gulo yê 82 salî û 2 neviyên wî di wesayîta xwe de ku li ber mala xwe lê siwar bûbûn, hê ku 50 metreyan jî jê dûr neketibûn, êrişek bi dronan dewleta Tirk a dagirkerlê hate kirin. DewletaTirk bi aşkerayî berpirsyariya êrişeke terorîstî ya wiha raber dike, bêyî ku qanûnên navneteweyî û heta yên Tirkiyê jî bide ber çavan. Dixwazin   peyameke bi çi rengî bidin û di vê êrişê de gihaştin armancên xwe? Çima Rûsya, DYA û YE li hemberî vê êrişê bê deng in?

Heke hûn destekê bidin têkoşînê, dê aqûbeta we wiha be!

Dewleta Tirk bi aşkerayî ev êrişa qirkirinê pêk anî da ku tirsê beriya dagirkeriyê li nava gel belav bike û li dijî berxwedana gel îradeya gel bişikîne.    Tê dîtin ku malbat û bajar gelekî bi hişmendî hatine hilbijartin. Piştî ku Yûsif Gulo û malbata wî di 2'yê Tîrmeha 1979'an de ji bo azadiya gelê Kurd daketin Rojava, Yûsif Gulo û malbata wî ne tenê fikir û dilê xwe ji Rêbertiyê re vekir, lê bi dayîna 14 şehîdên ji malbatê, heta nefesa dawîn ma û bû nimûneya welatparêziya Kurdistanê. Bi êrişa li ser malbata Gulo re xwestin peyamekê bidin gelê Rojava yê welatparêz û bi taybetî jî ji gelê Qamisloyê yê welatparêz û tirs û xofê bixin dilê wan û vê peyamê bidin wan; ‘heke hûn destekê bidin têkoşînê, dê aqûbeta we jî wiha be’. Xwestin di nava gel de panîkê çêkin û bajar vala bikin.

Gelo dewleta Tirk gihaştiye armanca xwe?

Piştî bûyerê malbata Gulo piştrast kir ku tu carî ji berxwedana xwe ya li dijî êrişan tawîzê nadin, helwesta xwe ya birûmet bi awayekî layîqê şehîd Yûsif Gulo ku bi sekna xwe ya welatparêzî û biaqilane ya mezin gelê Rojava bi ser xist û dê heta dawiyê dilsozê rêber Apo bimînin û gelê Kurd li hemberî êrişan bibe yek. Li hemberî êşên bi vî rengî, her ferdekî malbata Gulo bi hesteke kûr a welatparêziyê tev geriya, armanca dewleta Tirk a dijminê Kurdan pûç kir. Ev helwesta zelal a malbatê, bersiveke mezin ji tevahiya gelê Rojava û bi taybetî ji gelê Qamişloyê girt.

Dewleta Tirk ji ber helwesta berxwedêr a malbata Gulo matmayî ma û hewl da armanca xwe ya têkçûyî veşêre û bi sernavê "Di qutiya reş de bombeya SÎHA’yê" ji çapemeniya Tirk re servîs kirin. Hewl dan malbata Gulo reş bikin xw çalakiya xwe ya terorîstî veşêrin. Lê ew jî bi ser nexistin. Paşnavê Yûsif Gulo şaş nîşan dan û neviyên wî wek parêzkaran nîşan dan. Hewl dan Yûsif Gulo wek fermandarekî leşkerî yê berpirsyarê bakurê Sûriyê nîşan bidin. Bi vî rengî careke din derket holê ku çapemeniya Tirk mîna alaveke şer a taybet û psîkolojîk ji bo dijminahiya Kurdan dixebite.

Gel li dijî êrişan bûn yek

Yên Rojava ji nêz ve dişopînin, dît ku ji roja bûyerê bi vir ve li her bajarî bi ruhê serhildaneke mezin bi deh hezaran dimeşin. Ne bajar, lê tevahiya Rojava li pêşberî vê êrişê bû yek. Ne tenê bajar, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Ereb, Aşûrî-Suryan, Ermen û hemû gel bûn yek. Bertek û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran bi helwesta yekitiyeke mezin, bi helwesta xwe ya zelal a li hemberî êrişê nîşan dan. Ev yek di merasîma cenazeyê ya li Qamisloyê de gelekî zelaltir dihat dîtin.

Bi taybetî bajarê Qamislo yê ku dihate xwestin tirs bikeve dilê wê, bi hişmendiya kûr a welatparêziyê, bi deh hezaran li qadan kom bûn û armanca dewleta Tirk raxist pêş çavan. Tevî ku dewleta Tirk 3 can birin jî, gel di şehîdxistina apê Yûsif de bû yek. Destûr neda tirs û xofê. Peyama ku êrişeke gengaz a dagirkeriyê dê bi rastiyeke gel a berxwedêr bê bersivandin, ne bi YPG û QSD’ê, bi rengekî vekirî ji faşîzma AKP-MHP'ê re hate dayîn.   Her wiha gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiveke zelal da çapemeniya PDK'ê ku bi xiyanet û hevkariyê têr bû û nûçeyên derew ên wekî 'Gel ji ber tirsa êrişa dewleta Tirk 15 gundên li Til Temirê vala kirin' bi  hewldana afirandina tirs û panîkê di nava raya giştî de ev nûçe çêkirin.

Di meşan de mijareke din jî dirûşmên tolhildanê ne. Diyar e ku kêr gihaştiye hestî. Li dijî dagirkerî û talana dewleta Tirk hêrseke mezin derketiye holê. Heman hêrs bi israr berê xwe da PDK û ENKS'ê ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re didomînin. Xala herî girîng jî bê guman ji Rûsya, DYA, hêzên Koalîsyonê û YE'yê re bû ku bê deng mane.

Bêdengiya DYA û Rûsyayê ya li hemberî qirkirinê nayê qebûlkirin

Bêdengiya navneteweyî, bi taybetî ji ya DYA û Rûsyayêli hemberî vê êrişa qirkirinê ya namerdi, rastî nerazîbûneke mezin a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat. Ev bêdengî wekî ku DYA û Rûsyayê ev êriş erê kiriye, tê dîtin.  Tevî ku herêma Qamişlo bi Rûsyayê ve girêdayî be jî, ne rast e ku mirov bibêje haya DYA’yê jê nîn e. Li hemberî berteka li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla, li hemberî êrişên terorîst ên dewleta Tirk, li hemberî komkujiyên qirkirinê û nerazîbûnên mafdar ên hemû gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Erdogan-MHP êdî nikarin desthilata xwe bidomînin.

Di merasîma cenazeyê apê Yûsif de wekî ku nûnerê QSD'ê diyar kir "Em pişta xwe dispêrin gelê xwe û baweriya me bi aliyên din tune ye" ku ew bi xurtî ji bo êrişekî gengaz amade ne. Çawa ku apê Yûsif di jiyana xwe ya 82 salan de nîşan da, dê gel li dijî armanca dagirkeriya dewleta Tirk bi li ber xwe bidin û li dijî yên ku dixwazin tawîzan ji şoreşa Rojava bi gefên dewleta Tirk bistînin, dê teqez bi ser bikevin.

Serê malbata Gulo û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.  

ANHA