Li Mexmûrê komkujiya Hilêliyê hat şermezarkirin

Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê komkujiya Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku di encamê de 3 kes ji malpateke welatparêz şehîd bûn, şermezar kir.

Li Mexmûrê komkujiya Hilêliyê hat şermezarkirin
12 mijdar, 2021   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9’ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirê bêmirov li bajarê Qamişloyê erebeyeke sivîlan bomebebaran kir û di encamê de ji malbata Gulo kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm Gulo û Mehmûd Gulo şehîd bûn. Ji bo şermezarkirina vê êrişê Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustam Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da. Daxuyanî li  Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hat dayîn.

Daxuyanî bi girtina deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Hezar Ucar ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn bi salan e li beramberê gelê Kurd ê azadîxwaz bi rê û rêbazên derveyî wijdanê mirovahiyê û bi piştgiriya hêzên emperyalîst ên li ser xwîna gelan dijîn, êrişên cûr be cûr pêk tên û ji holê rakirina destkeftiyên Kurdan ku bi xwîna şehîdan hatîn destxistin hemû rêyan diceribînin. Di vê çarçove de li Şengalê êrişî nexweşxaneyan, li Mexmûrê êrişî sivîlan, li Rojavayê Kurdistanê êrişî têkoşeran û li Herêmên Parastina yê Medya jî bi çekên kîmyawî êrişî gerîlayên azadiyê dikin. Dijminê xwinmij li pêş çavên welatên cîhanê yên ji ber berjewendiyên xwe çav û guhê xwe lê digrin pêk tîne û dixwaze bi van êrişan xwe ji tengezariya heyî rizgar bike.

Dewleta faşîst a Tirk di çarçoveya planên xwe yên qirêj de, 9’ê Mijdara 2021’an li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo, taxa Hilêliyê bi şêweyekî nemerdane û  bêbextî êrişekî hewayî li ser pêşeng û welatparêzên sivîl ên nirxên gelê Kurd pêk anî. Di encama êrişa nemerdane ya îttîfaqa AKP-MHP`ê ya faşîst û serçete Erdogan de dostê rêber APO, aqilmend û pêşengê gelê Kurd, endamê malbata Gulo rêzdar mam Yusif Gulo li gel neviyên xwe yên şoreşger Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo şehîd bûn û tev li karwanên şehîdan bûn. Ev êriş di nava bajarê Qamişlo de li pêş çavên koalîsyona navnetewî ku saha hewayî dibin kontrola wan de ye pêk hatî, êrişekî hovane ye û dijî hemû zagonên navnetewî ye.

Weke Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî serî de em şehîdên Qamişlo, nirxên pîroz ên malbata Gulo rê heval mam Yusif Gulo, Mazlum Gulo û Mihemed Gulo bi rêzdarî bi bîr tînin di kesayeta wan de li ber tevayî şehîdên têkoşîna azadiyê bejna xwe ditewinîn. Hem ji bo malbata Gulo ku yek ji malbatên Rojavayê Kurdistanê xwedî şehîd, şervan û kedek birumet in, hem ji bo tevayî gelê Kurd hem ji bo rêber Apo ku şehîd Yusif Gulo rê hevalê rêber Apo bû sersaxî dixwazin. Em xem û azara gelê Rojavayê Kurdistanê û malbata Gulo parve dikin û vê êrişa hovane şermezar dikîn.

Divê baş were zanîn ne ev êriş ne jî êrişên nû pêk werin wê gelê Kurd ê azadîxwaz ji doza wan a pîroz nede dûrxistin, wê ev têkoşîn rûxmê hemû êriş û planên derveyî zagonên navneteweyî bi serbikeve û wê Erdogan û hemû heval bendên xwe di nava xwîna pakrewanên me de bifetisin. Her şehîdek ji bo me dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê û her şehîdek ji bo gelê Kurd dibe egera hîn bêhtir bi şêweyekî hîn xurt li doz û paradigmayê xwedî derketinê.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Şehîd Nemirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.