Malbatên şehîdan li Zorava komkujiya Hilêliyê şermezar kir

Malbatên şehîdan ên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê bi daxuyaniyekê komkujiya Hilêliyê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî vê yekê şermezar kirin.

Malbatên şehîdan li Zorava komkujiya Hilêliyê şermezar kir
12 mijdar, 2021   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê bi daxuyaniyekê komkujiya Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku dewleta Tirk li dijî 3 endamên malbateke welatparêz pêk anî şermezar kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Mizgîn Yusif bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan wiha ye: "Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan û gelê me yê li paytexta Şamê em êrişên Tirkiyê yê ku sivîlên li bajarê Qamişlo û herêmên din ên Sûriyê bi balafirên bêmirov hedef digire, şermezar dikin. Têkildarî vê yekê em dibêjin ev êrişên hovane nîşaneya têkçûna rejîma Erdogan a di qada cîhanî, herêmî û hundirîn de ye û armanc ji van êrişan veşartina binketina siyaseta xwe ya di hemû waran de ye.

Li aliyekî din jî em dewletên ku li hemberî sûcên hikumeta AKP`ê bê deng in şermezar dikin û vê bêdengiya wekî erêkirina li ser komkujiyên Tirkiyê bi nav dikin ku hewl dide vîna gelê me yê Kurd bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî têk bibe.

Berpirsyariya me ya niştimanî ew e ku em bang li gelê xwe, dewleta Sûriyê û hemû hêzên siyasî yê neteweyî bikin ku li dijî terora dewleta Tirk û serokê wê Erdogan bisekinin ku lîderê rêxistinên terorîst e û êdî xeteriya li ser ewlehî û aştiya herêmê çêdike. Em bang li rêxistinên mafên navneteweyî û komîteyên hiqûqî dikin ku vî sûcî şermezar bikin. Her wiha bang li Rûsya federal û DYA`yê dikin ku zextê li rejîma Tirk a faşîst bikin da nema sivîlan hedef bigire, ji ber ku du hêzên li seranserî erdnîgariya Sûriyê garantorên agirbestê ne. Li aliyekî din jî em bang li hêzên demokrat û aştîxwaz ên li hemû cîhanê dikin ku dengên xwe tev li dengên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û sûcên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan  şermezar bikin."

(eh)

ANHA