KNK'ê dê serdana penaberên li ser sînorê Belarûs-Polonya bike

Şandeyeke ji KNK'ê ji bo rewşa penaberan, derbasî sînorê Belarûs-Polonyayê bû.

KNK'ê dê serdana penaberên li ser sînorê Belarûs-Polonya bike
12 mijdar, 2021   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku şandeyek wan ji bo rewşa penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bi rê ketine û wê hewl bide li ser rewşa penaberan bi rayedaran re hevdîtinê bike.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

 “Bi hezaran penaberên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, ev demek e li ser sînorê Belarûs û Polonyayê di daristanê de asê mane. Ji bilî çend rêxistinên mafê mirovan heta niha tu kes li wan xwedî derneketine. Li gorî agahiyan heta niha ji ber serma û bêderfetiyan herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser vê bûyerê ji destpêkê heta niha, di nava hewldanan de ye. Ji bo çareyek ji vê rewşa giran re bê dîtin, KNK bi rêya nûnertiya xwe ya Moskowayê, bi rayedarên Rûs û Belarûsê re di nava peywendiyan de ye.

Ji bo rewşa penaberan li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bişopîne û çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin, Hevserokê KNK’ê  Ahmed Karamûs jî di nav de, heyeteke KNK’ê ji navendê rê ketiye. Her wiha ji nûnertiya KNK’ê ya Moskowayê jî, wê çend kes tevlî heyetê bibin. Heyet wê hewl bide ku bi rayedarên Belarûs û Polonyayê jî li ser vê rewşê hevdîtinan bike” .