Rojnameyên erebî: Pêvekeke veşartî ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re heye

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî belgeya veşartî ya normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi hikumeta Şamê re, rewşa Sûdanê û Iraqê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Pêvekeke veşartî ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re heye
12 mijdar, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

PÊVEKEKE VEŞARTÎ YA “BELGEYA NORMAZLÎZEKIRINA TÊKILIYÊN DEWLETÊN EREBAN” BI HIKUMETA ŞAMÊ RE

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Di belgeyeke veşartî ya Urdunê û pêveka wê ya veşartî de hat eşkerekirin ku 'armanca dawîn ya gavên welatên Ereban ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re, ew e ku hêzên biyanî û çekdarên biyanî ji Sûriyê derkevin ên ku 2011`an derbasê Sûriyê bûn. Di nav de vekişîna hêzên Amerîkayê û koalîsyonê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji baregeha Tenefê ya li nêzî sînorên Urdun-Iraqê. Ev yek li gorî nêzîkatiya 'gav li hemberî gavê' hatiye amadekirin, li gorî wê destpêkê dê hêza Îranê li hinek beşên Sûriyê were bêbandorkirin û berjewendiyên rewa yên Rûsyayê werin naskirin.'

Li gorî rojanmeyê, di belgeyê de pêvekeke veşartî heye ku nêzîkatiya 'gav li hemberî gavê' ji hikumeta Şamê re şîrove dike, tê de bendê diyarkirî û yê ji hikumetê tê xwestin û tiştên jê re hatine pêşkêşkirin, diyar dike. Gava pêşîn bi misogerkirina gihîştina alîkariyên mirovî bi rêya sînor li hemberî hêsankirina karwanên NY`yê bi rêya xetên li hundirê Sûriyê û şandina alîkariyên tenduristiyê ji bo Sûriyê, dest pê dike.

Di gava duyemîn de, dê hikumeta Şamê zemînek guncaw ji bo vegera ewle ya koçber û penaberan amade bike, her wiha derfetê bide Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ku derbasî hinek herêmên diyar bibe. Her wiha tê xwestin ku hikumet koçberên ku vedigerin tengav neke û vegera wan hêsan bike. Li beramberî wê yekê, dê dewletên rojavayî planekê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji sûriyên li herêmên hêzên hikumeta Şamê de deyne.

Gava sêyemîn jî têkildarî pêkanîna biryara navneteweyî “2254” e, her wiha divê bi awayekî erênî hikumeta Şamê tev li komîteya destûrê bibe, girtî û girtiyên siyasî serbest berde, çarenûsa kesên windayî eşkere bike, li ser formekê ji bo hikumetê li hev bikin, ku bi wê re hilbijartin di bin çavdêriya NY`yê de pêk werin û hikumeteke giştî li Sûriyê were avakirin.

Gava çaremîn têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û komên terorîst e û hevkariya di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê  û endamên rêxistinên terorê de ye û di nav de li rojhilatê Sûriyê. Li beramberî vê gavê, divê li bakur rojavayê Sûriyê bi hikumeta Şamê û Rûsyayê re di warê têkoşîna li dijî terorê de hevakarî were kirin, li rojhilatê Sûriyê jî têkoşîna li dijî terorê were kirin, di navbera hêzên hikumeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de di mijara niştecihên Kampa Holê, çekdarên biyanî û endamên DAIŞ`ê yên girtî, her wiha di fînansekirina projeyên sepandina îstqrarê û ji nûve amadekirina civakên herêmên ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin û yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, koordîne hebe.

Gava pêncemîn jî têkildarî ragihandina agirbestê li seranserê welêt e, vekişîna hemû endamên ne sûrî ji eniyan û herêmên sînorî yên bi dewletên cîran re. Di encamê de wê şer û operasyonên leşkerî yên mezin li sernaserê Sûriyê werin rawestandin. Di nav de topbaran û bombebaran û hemû operasyonên hewayî yên leşkerî yên biyanî li asîmanê Sûriyê, eger ne di çarçoveya agirbestê de bin dê werin rawestandin. Her wiha hekvarên li ser erdê û hevalbendên herêmî (di nav de Tirkiyê) divê pabendî agirbesta li welêt bibin.”

EL-BURAHN MECLISEKE SERDESTIYÊ YA NÛ LI SÛDANÊ AVA DIKE

Têkildarî rewşa Sûdanê jî, rojnameya El-Itîhad a Îmaratî wiha nivisî: “Fermandarê Giştî yê Artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan biryareke nû têkildarî avakirina mecliseke serdestiyê ya demkî li şûna meclisa berê, derxist.

Siyasetmedar, qanûnsaz, çalakvan û rojnamevanên Sûdanê ji vê yekê nerazî bûn û diyar kirin ku ev yek wesîqeya destûrê binpê dike. Her wiha piştrast kirin ku ev gav dê aloziya siyasî ya li welêt kûrtir bike û gotin ku piraniya kesên hatine erkdarkirin, endamên îslamî yên girêdayî rejîma serokê berê Umer El-Beşîr in.”

DADGEHA IRAQÊ ALOZIYA KOMÊN ALÎGIRÊN ÎRANÊ KÛRTIR KIR

Li ser asta Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê meclisa Dadgeha Bilind a Iraqê Fayiq Zêdan roja pêncşemê got heta niha tu delîl tune ne hilbijartin ji aliyê ciwanekî ve hatine sextekirin. Ev yek şik û gumanên komên alîgirên Îranê yên têkildarî sextekirina hilbijartinan, bi carekê ji holê radike.

Komên Şîa yên di bin bane Hevbendiya El-Fetih de bi zanabûn îdia dikin ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye, bi taybet piştî ku tê de bi bin ketin.”

(şx)