​​​​​​​Balafirên dagirkeriya Tirk li ser Kobanê û gundewarê wê digerin

Balafirên keşfê yên girêdayî Tirkiyê bi awayekî hemwext li ser navenda bajarê Kobanê û herêmên din ên gundewarê Kobanê, digerin.

​​​​​​​Balafirên dagirkeriya Tirk li ser Kobanê û gundewarê wê digerin
12 mijdar, 2021   09:19
KOBANÊ

Nûçegihanê me ragihand ku balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û rojhilatê wê digerin. Keşfên dewleta Tirk her wiha li ser navçeya Şêxler a rojavayê kantona Kobanê û ya li ser sînorê bi herêma Cerablusê ya dagirkirî re, digerin.

Di heman demê balafireke keşfê ya Tirkiyê li ser bajarokê Sirînê yuê başûr rojhilatê Kobanê (nêzî 40 km) digere.

(cx)

ANHA