Li Fransayê kongrayeke navneteweyî têkildarî Lîbyayê tê lidarxistin

Îro li Fransayê bi beşdariya 30 welat û rêxistinan kongrayeke navneteweyî derbarê Lîbyayê de tê lidarxistin. Armanc jê piştgirîdayîna lidarxistina hilbijartinan di wexta wê de ye.

Li Fransayê kongrayeke navneteweyî têkildarî Lîbyayê tê lidarxistin
12 mijdar, 2021   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên cîhanî dê îro li Fransayê bicivin da ku hilbijartinên li Lîbyayê bi dawiya salê re pêk werin û hewldanên derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê, bi encamp bibin.

24`ê Kanûnê ji bo lidarxistina hilbijartinên Lîbyayê bi rêya nexşerêya NY'ê ya sala borî hat destnîşankirin. Di heman demê de hikumeteke yekitiyê ya demkî hat avakirin da ku desthilatê ji her du rêvebiryên hevrik yên rojhilat û rojavayê Lîbyayê ku bi salan e şerê hev dikin, bigire.

Lê belê li gel nakokiyên li ser bingeha qanûnî ya hilbijartinan, dibe ku komên sereke ji her du aliyan dengdanê red bikin. Ev yek dê dibe sedema parçebûneke din.

Nêzî 30 welat û rêxistinan dê beşdarî kongraya li Parîsê bibin. Di nav wan de welatên cîranên Lîbyayê û hin welatên din. Tevî ku Parîs destpêkê daxwaza beşdarbûna her du serokên Tirkiye û Rûsyayê jî dikir, lê belê Enqere û Moskovê nûnerên xwe şandin, ev jî nîşan dide ku çareserkirina pirsgirêka hêzên biyanî hîna zehmet e.

(dx)