'Gotegotên têkildarî vegera hikumeta Şamê ji rastiyê dûr in'

Siyasetmedar û rêveberên Dêrazorê piştrast kirin ku armanc ji belavkirina gotegotên têkildarî vegera hêzên hikumeta Şamê li herêmê têkbirina ewlehiya herêmê ye û gotin, ew bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne.

'Gotegotên têkildarî vegera hikumeta Şamê ji rastiyê dûr in'
12 mijdar, 2021   06:35
DÊRAZOR

Demên dawî ji hin aliyan ve gotegotên bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmên Rêveberiya Xweser hatin belavkirin. Piraniya wan sloganên vegera hêzên hikumeta Şamê li herêmên Rêveberiya Xweser bûn.

Girêdayî mijarê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê Mihemed Şaban ji ajansê re axivî.

Mihemed Şaban got: "Li herêma Firatê civînek ji gel re hate lidarxistin, tê de rewşa siyasî û nêrînên Partiya Sûriya Pêşerojê ya li ser çareseriya siyasî û parastina gelê Dêrazor û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gotobêjkirin. Di civînê de rewşa ewlehî, siyasî û îdarî ya herêmê hatin nirxandin."

Şaban diyar kir ku gotegotên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û QSD'ê tên belavkirin dikevin çarçoveya şerê taybet û ji rastiyê dûr in. Her wiha got, armanc ji belavkirina mîna van gotegotan têkbirina ewlehiya herêmê  û pêkanîna armancên siyasî ne.

Mihemed Şaban wiha axaftina xwe dewam kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê taybet ne tiştekî nû ye, li herêmên me ji gelek aliyên navneteweyî ve hewldanên têkbirina ewlehî û îstiqrara me hene, dixwazin li herêmê fitneyan derxin, da bigihêjin armancên xwe yên siyasî û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin."

Şaban da zanîn ku welatî, partiyên siyasî û sazî dê dev ji projeya xwe ya neteweya demokratîk bernedin û heta dawiyê dê parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bikin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê Mihemed Şaban Mihemed Şaban di dawiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku ji bo pêkanîna aştiyê ew ji diyalogan re amade ne û wiha got: "Em ji cîhanê re isbat dikin ku QSD`ê û saziyên me yên sivîl bi tu awayan nabin cihê nîqaşan. Ji bo aştiyê em amade ne diyalogan li dar bixin. Em hewl didin li gorî biryarên NY`yê, di serî de biryara 2254'an çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriiyê re dabîn bikin. Ev jî bi rêya projeya Partiya Sûriya Pêşerojê û şîrovekirina nêrînên ji hemû cîhanê re pêk tê ku ew ê çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re bîne."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilat a DÊRAZORÊ Mihemed El-Imeyrî jî got: "Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê hate nîqaşkirin, ji wan gotegotên girêdayî vegera hêzên hikumeta Şamê li herêmên me, herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rohilatê Sûriyê".

Têkildarî gotegotinan El-Imeyrî wiha got: "Em li ser vê mijarê sekînin û me bi awayekî berfireh ji nûnerên sazî, şêxû rûspiyan re şîrove kir, da ku ew jî ji aliyê xwe ve bighînin şêniyan û gelê me rihet bike."

Mihemed El-Imeyrî îşaret pê kir ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve destek in, destwerdanên ji derve red dikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hemû saziyên me bi hêzên xwe yê QSD`ê re ne û dê li dijî êrişan bisekinin."

(eh)

ANHA