Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da

Ereb, Kurd, Ermen, Suryan... Duh jî şêniyên Qamişloyê pêl bi pêl şehîdên xwe oxir kirin. Ruhê PKK'ê ku bi têkoşîna xwe ya zêdetirî 40 salan re gel kirin yek, duh careke din xwe li meydanên Qamişloyê nîşan da.

Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
Ruhê PKK'ê li Qamişloyê xwe nîşan da
12 mijdar, 2021   07:01
QAMIŞLO - HEVAL TAYLAN

Duh jî Qamişlo bû şahida girseyeke bêserî û bêbinî. Hemû gel û bawerî, çandên cuda bi al û pankartên rengîn, navenda bajarê Qamişlo veguherand qada azadiyê. Bi deh hezaran kesên ku cenazeyên Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo yên şehîdên komkujiya Hilêliyê oxir kirin û bûne yek û dirûşmên “Şehîd namirin” ber bi asîmanan ve berz kirin.

Dema ku em gihîştin Çerxerêya Sonî ji bo şopandina meşa oxirkirina şehîdan, hê bi saetan dem mabû ji bo destpêkirinê. Em diçûn cihê meşê da ku hesab bikin ka em dikarin meşê ji cihekî gengaz çawa bişopînin an na. Lê belê beriya ku em ji vir veqetin, girse hate ser hev, bi hezaran li hev civiyan, her kolan û kuçeyek tijî mirov bûn. Dema saet bû 10.30, di her kolan û kuçeyekê de bi hezaran mirov bûbûn lehî û diherikîn.

Yên ji bakur, başûr û rojhilatê dihatin li aliyê rojava li hev diciviyan û li benda cenazeyên li meydanê kom dibûn. Dema ku dengê sîrena erebeya ku cenaze dianîn ji aliyê rojhilat ve hate bihîstin, denge tilîlî û dirûşman li her derê gur û bilind bû.. Dema ku cenaze nêz dibûn, dengan zêdetir olan dida û hêrsa ku ji hundir ve bilind dibû û di xetên stûr ên li ser rûyên mirovan de bêhtir xwe nişan dida.

Mal, kargeh, dibistan, mizgeft û dêr vala bûbûn, kal û pîrên Qamişloyê, jin û mêr, Suryan û misilman, Kurd, Ereb, Çerkez û Ermen li qadê kom bûbûn û dilê wan bi hev re lê dida.

3 TABÛT LI SER MILÊ DEH HEZARAN BER BI KOÇA DAWÎN VE

Civat, kom, civak carinan di demên xemgîniyê de, carinan di demên hêvî û şahiyê de kom dibin. Qamişlo xemgîniya xwe defin kiribû û cara dawî û apê Yûsif û du neviyên wî yên ku di êrişa xayîn a dijmin de şehîd bûn, hildin ser milê xwe, ji bo ku ruhê xwe pîroz bikin, cara dawî li pey vîna wî ya evîn û azadiyê kom bûbû. Her sê tabûtên li ser milên deh hezaran hatin hilgirtin, bi wêneyê rêberê gelan Abdullah Ocalan ve hatibûn pêçandin. Ew kêlî bû ku hemû gel bûn yek û hemû reng di meydanekê de bûn yek, ketin nava dil, mejî û bîranînên kûr nexşandin. Li pişt wan pankartan bi dirûşmên hêrs û berxwedana li dijî dijmin û tabûtên her sê şehîdan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve hatin birêkirin û zarok, jin, mêr, ciwan û kal û pîrên Qamişloyê di sîngê xwe de bi hêrsa xwe ve dimeşiyan.

BER BI OXIRA BIRÛMET VE

Her sê şehîd bi dirûşmên azadiyê ku bi deh hezaran bi yek dengî diqîriyan, hatin hilgirtin. Li kuçe û kolanên bajêr ên lê ji dayik bûne û mezin bûne, ji bo cara dawî li ser milên girseyê digeriyan. Apê Yûsif di serî de, piştre neviyên wî tevî dijmin hemû gel li heman qadê kom kirin.

LI ŞEHÎDGEHÊ

Dema girse gîhîşte Çerxerêya Efrînê, ji bo ku em wêneyekî bigirin û wê kêliya dîrokî nemir bikin, me cihê xwe di nava şehîdgehê de girtibû. Ji bo ku em ji qelebalixê derbas bibin û bigêhijin cihê xwe me li aliyê bakur di kurterêyekê re derbas bûn. Hê cenaze negihaştibûn şehîdgehê, lê girseyeke mezin li vir kom bûbû, li benda xatirxwestina ji Yûsif Gulo ê welatparêzê mezin bû. Me cihê xwe girt û em li bendê man ku tabûtên dikevin şehîdgehê qeyd bikin. Çend sal in li Qamişlo dijîm lê cara yekemîn e ez şahidî bûyereke wiha dibim. Cenazeyên her sê şehîdan gihîştin qadê.

Dema li cihê merasîma li şehîdgehê tabût hatin danîn, her kesî cara dawî şehîd hembêz kir û sonda tolhildanê xwar. Di dîrokê de heya niha ti qonaxek di herikîna jiyanê de şahidî ji dijminatiya bi vî rengî nekiriye. Lê îro pêşberî vîna xurt a apê Yûsûf biçûk dixistin. Ji ber ku bi deh hezaran qad tijî kirin, dirûşmên hêrs û azadiyê li ser Qamişlo deng veda, ji çiyayên Bakurê Kurdistanê re belavî hemû Kurdistanê bû. Her ku dirûşme belav bûn kujerên apê Yûsûf û neviyên wî di nava tirsê de winda bûn. Piştî merasîma ku bi dirûşman destpê kir, gelan her sê şehîd careke din hildan ser milan û bi dirûşmeyan ve spartin axê.

Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo êdî li kêleka şehîdên ku bi xwîna xwe axa Kurdistanê av daye, ber bi bêdawîtiyê ve diçûn.

RUHÊ PKK'Ê

Di wê rojê de li bajarê Qamişlo bi navê Kurdistanê merasîmek bi rêzgirtinê hate lidarxistin. Hemû cîhan careke din bû şahid ku şehîdên azadiya Kurdistanê şehîdên çawa ne. Tevahiya cîhanê careke din dît ku PKK'ê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî civakeke çawa û rastiya mirovahiyê afirandiye. Ev ruhê PKK'ê bû. Ew ruh bû ku dest jê berneda, cihêkarî nekir, dijminatî nekir, berovajî li hemberî dijmin hişmendiyeke mezin ava kir.

ANHA