​​​​​​​Berdevkê qebîleya Şerabîn: Em bi QSD'ê re ne

Berdevkê qebîleya Şerabîn, Mihemed Arif El-Hemdûn destnîşan kir ku eşîrên Ereb amade ne herêmê ji êrişên muhtemel ên dewleta Tirk a dagirker biparêzin û got: "Em ê li xendeqên rûmetê bin, em qebûl nakin ku Erdogan bohostek ji xaka me dagir bike."

​​​​​​​Berdevkê qebîleya Şerabîn: Em bi QSD'ê re ne
12 mijdar, 2021   03:08
QAMIŞLO - EHMED SEMÎR

Gefên serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên êriş û dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî bertekên tund ên gelê herêmê tê.

Derbarê vê mijarê de berdevkê qebîleya Şerabîn û eşîrên wê yên li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdûn ji ANHA'yê re axivî û helwesta xwe li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker anî ziman.

Mihemed Arif El-Hemdûn bi gotina " Xwediyên malê hene", bersiva gefên dawî yên Erdogan da û got:" Erdogan xwedî fikirekî tundraw, îxwanî û DAIŞ'î ye, em tu girîngî nadin daxuyaniyên wî. Em çarenûsa xwe diyar dikin ne Erdogan. Em ê li hember gefên dewleta Tirk bisekinin, hevgirtina xwe xurt bikin û ewlehiyê ji civakê re peyda bikin. Tirkiyê dê gefan bixwe ji ber ku ew dewletek bi ajandeyên derve û bi alîkariya çeteyên xwedî fikirên tundraw herêmên Sûriyê dagir kirin."

El-Hemdûn diyar kir ku Erdogan bi gefên pêkanîna opersayoneke leşkerî li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze tola binkeftina çeteyên DAIŞ'ê hilîne û wiha got: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê têk çûn, Erdogan biryara operasyoneke leşkerî li dijî pêkhateyên Baku û Rojhilatê Sûriyê da û bi domdarî şêniyan dike hedef da ku siyasetên xwe yên bi armanca avakirina herêmeke ewle pêk bîne, lê armanca wî qirkirina pêkhateyên Sûriyê ye."

'EM HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIN'

Mihemed Arif El-Hemdûn çeteyên Sûriye yên ku li kêleka dewleta Tirk şer dikin bi çopên civakê bi nav kirin û wiha pê da çû: "Li xwediyên xwe re vegerin, Erdogan xwedî çandeke bixwîn e, mafên me li cem Erdogan hene, ji ber ku wî xaka me dagir kiriye, em ê xaka xwe rizgar bikin û ji niha û şûde qebûl nakin ku bohostek ji xaka me were dagirkirin."

'DÎROKA WAN BI  QIRKIRINÊ DEWLEMEND E'

El-Hemdûn bal kişand ser sûcên osmaniyan ên li dijî gelê herêmê û wiha dom da axaftina xwe: "Osmaniyan 400 salî dewletên ereban dagir kiribûn, dîroka wan bi qetilkirina sivîlan dagirtî ye, di sala 1915'an de komkujî li dijî ermenan pêk anîn û dîroka şahidê sûcên ku kirine ye."

'ERDOGAN BAVÊ RUHÎ YA DAIŞ'Ê YE, NE YA MUSLIMAN E'

El-Hemdûn îşaret pê kir ku Erdogan ol bi kar tîne da ku xwe ferz bike û destnîşan kir ku Erdogan xwe wekî alîgirê sûriyan û bavê ruhî yê muslimanan nîşan dide, lê ew bavê rûhî yê DAIŞ'ê ye û ne musliman e.

El-Hemdûn  diyar kir ku eşîrên ereban amede parastina xwe û xaka bikin, ji ber ku ew xwediyên vê axên ne û berpirsên ewlehî û aramiya wê ne. El-Hemdûn anî ziman ku ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne û dê di xendekên rûmetê de jî şirîk bin.

Têkildarî erka garantor ku ji Rûsya tê xwestin, El-Hemdûn wiha got: "Rûsya dagirkeriyê rewa dikin. Em jê re dibêjin heger tu garantor bî rê li ber sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyên wan, bigire."

EGER ÊRIŞÎ HERÊMÊ BIKIN, EM DÊ WAN TUNE BIKIN''

Berdevkê qebîleya Şerabîn, Mihemed Arif El-Hemdûn bang li çeteyên sûrî kir û got:" Eger hûn werin parastina axê bikin, em ê pêşwaziya we bikin, lê eger hûn wek ajandeyên dagirkeriya Tirk û derve bi fikirên tundraw werin, em ê we tune bikin. Em ê herêmên xwe yên dagirirî vegerînin."

(dm)

ANHA