Siyasetmedar: Helwesta gelê me dîrokî ye

Siyasetmedarên ku beşdarî karwanê oxirkirinê yê her sê şehîdên komkujiya Hilêliyê bûbûn, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe tu carî nikare hêvî û vîna gelan bişikîne, helwesta gel di vê qonaxê de li hemberî sûcên dewleta Tirk a qirker helwesteke dîrokî ye û gel bi xwedîderketina li şehîdan yekitiya xwe nîşan da.

Siyasetmedar: Helwesta gelê me dîrokî ye
12 mijdar, 2021   07:34
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Duh ji bo oxirkirina şehîd Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mihemed û Mezlûm yên ku di 9`ê Mijdarê de di encamê êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a qirker de li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê şehîd bûbûn, merasîmek pêk hat.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê beşdarî oxirkirina şehîdan bûn. Di karwanê oxirkirinê de endamên partiyên siyasî nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso diyar kir ku êirşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd di vê qonaxê de pêk tîne, tê wateya lawazbûna wê û serkeftina şoreşa Rojava û got: “Tu carî bi van êrişan hêvî û vîna gelê Kurd nayê şikandin.”

Ekrem Hiso da zanîn ku wek gelê Kurd li Rojava ew soz didin ser şopa şehîdên xwe bimeşin heta bigihêjin mafên gelê Kurd û pêkhateyên din û wiha domand: “Em bawer in ku hemû gelên me yên li Rojava dê hevgirtina xwe nû bikin, bi moraleke nû û coşeke mezin berxwedanê mezin bikin da ku vê dagirkeriyê bişikînin. Gel dê bi berxwedana xwe dagirkeriyê ji hemû herêmên dagirkirî derxe.”

Ekrem Hiso bal kişand ser rola hêzên garantor jî û wiha axivî: “Wekî ku tê zanîn Rûsya û Amerîkayê garantor in li herêmê, lê siyasetek tê meşandin, ev siyaset a rejîma Tirk e. QSD û Rêveberiya Xweser li ser asta navneteweyî roleke mezin dilîzin, ev yek dihêle dewleta Tirk bi tirs be, ji ber vê yekê komkujiyan li dijî gel dike.”

Endamê Desteya Neteweyî ya Ereb Hikmet El-Hebîb jî axivî û êrişên dewleta Tirk û pêkanîna komkujiyan bi balafirên bêmirov bi şerekî qirêjî pênase kir û diyar kir ku armanc ji van kiryaran şikandina vîna gelan ne û hedefgirtina projeya xweseriya demokratîk e.

Hikmet El-Hebîb da zanîn ku ew wek partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk şermezar dikin û diyar dikin ku ew ê tekoşînê li hember dewleta Tikr a dagirker bikin û wiha got: “Em ji Rûsya û Amerîkayê re dibêjin bila êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.”

Hikmet El-Hebîb wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê bingehê erka me ye ku em xwe bikin yek û em guh li şerê taybet ê ku dewleta Tirk dide meşandin, nekin. Her wiha em her dem jî amade bin da ku em beravaniyê ji herêmên xwe re bikin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker. Em sozê ji gelê xwe re didin ku em tekoşînê dewam bikin heta em bigihêjin Sûriyeyeke demokratîk.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb jî diyar kir ku hêzên navneteweyî îro bê deng in û wiha got: “Qaşo ev hêz rayedarên lihevkirinekê ne, pêwîst e piştî têkçûna DAIŞ`ê aramî pêk anîbana.”

Silêman Ereb bal kişand ser helwesta gel li hemberî êrişan û wiha got: “Helwesta wan helwesteke dîrokî ye. Ev gel dê her dem serî hilde û gel vê yekê qebûl nakin û dê ev projeya demokratîk pêk were.”

Silêman Ereb wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Rojava bi taybet gelê Qamişloyê, bi xwedîderketina li şehîdan îro yekitiya gelan derdixe pêş.”

ANHA