​​​​​​​Balafireke şer gundê Meclobe yê Minbicê bombebaran kir

Balafireke şer a nenas gundê Meclobe yê bakurê Minbicê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bombebaran kir.

​​​​​​​Balafireke şer gundê Meclobe yê Minbicê bombebaran kir
11 mijdar, 2021   21:47
MINBIC

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, piştî çend saetan ku balafireke şer a nenas li asîmanê Minbicê digeriya, balafirê gundê Meclobe yê di navbera Minbic û Cerablusê ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dagirkirî, bombebaran kir.

Heta niha agahiyên li ser cihê hedefgirtina gund û zirarên bombebaranê de bi dest neketine.

(fr)

ANHA