ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2021
12 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê qebîleya Şerabîn, Mihemed Arif El-Hemdûn destnîşan kir ku eşîrên Ereb amade ne herêmê ji êrişên muhtemel ên dewleta Tirk a dagirker biparêzin û got: "Em ê li xendeqên rûmetê bin, em qebûl nakin ku Erdogan bohostek ji xaka me dagir bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ereb, Kurd, Ermen, Suryan... Duh jî şêniyên Qamişloyê pêl bi pêl şehîdên xwe oxir kirin. Ruhê PKK'ê ku bi têkoşîna xwe ya zêdetirî 40 salan re gel kirin yek, duh careke din xwe li meydanên Qamişloyê nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên Şehîdan ên herêma Efrînê komkujiya dewleta Tirk li dijî malbata Gulo ya welatparêz şermezar kir û got: "Piştî dewleta Tirk di planên xwe yê dagirkirinê de bi bin ket, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û rêveberên Dêrazorê piştrast kir ku gotegotên têkildarî vegera hêzên hikumeta Şamê li herêmê, bi armanca têkbirina ewlehiyê ye û gotin, ew ê heta dawî bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên ku beşdarî merasîmê oxirkirina her sê şehîdên komkujiya Hilêliyê bûbûn gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe ti carî nikar hêvî û vîna gelan bişkîne. Helwesta gel di vê qonaxê de li hemberî sûcên dewleta Tirk a qirker helwesteke dîrokî ye û gel bi xwedîderketina li şehîdan yekitiya gelan dide pêş." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqûd û Eşrefiyê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re bi komkujiya Helebçe bi nav kir û bang li civata navneteweyî kir ku hewlwestekê li hemberî wê nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gefên dewleta Tirk ên êriş û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê rastî bertekên tund ji aliyê gel ve tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskarî yemenî Abdurehman El-Reyan diyar kir ku xistina PKK`ê nava lîsteyên terorê biryareke siyasî ye ne biryareke qanûnî ye. El-Reyan destnîşan kir ku ew biryar ji bo razîkirina dewleta Tirk hate girtin, her wiha ji bo kuşerê di navbera her du aliyan de dewam bike û di encamê de Ewropa sûdê jê bigire. (BI WÊNE).

JIN

-Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî geşedanên dawî, civînekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêvebera rêxistina jinan a Efganistanê RAWA’yê got li Efganistanê Talîban ketiye şûna DAIŞ`ê û ji bo têkoşîna wan banga piştevaniyê kir. (BI WÊNE).

-Dayikên ku beşdarî merasîmê oxirkirina kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî bûbûn gotin: "Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd bişîne, ji malbateke têkoşer 3 kes şehîd xistin, lê bi sedan wê tevî têkoşînê bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di pişt perdeya koçberbûna gelê Başûrê Kurdistanê de siyaseta hevpar a dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê heye. Dewleta Tirk bi wê yekê armanc dike serweriya xwe li heremê ferz bike, demografiyê biguherîne û zextê li YE`yê bike. PDK jî siyaseta ‘bila hindik be bila yê min be’ dimeşîne. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Ji du hefteyan ve civîna avhewayê li bajarê Glasgow ê Scotlandayê berdewam dike. Ev civîn di demekê de li dar dikeve ku serjimariya niştecihan li cîhanê zêde dibe, diyardeya guhartina avahewayê mezin dibe, germahî bilind dibe, rêjeya avê bi pêş dikeve û ziarê dide herêmên çandiniyê yên li cîhanê. Dê bi wê re gelên li herêmê rûbirûyî krîzên debarê û aboriyê yên mezin bimînin.

ANHA