Kobanî: Dewleta Tirk nikare vîna gelê me bişkîne

Şêniyên Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi van komkujiyan hewld dide vîna gelê Kurd bişkîne û got: "Heta serkeftinê em ê têk bikoşin."

Kobanî: Dewleta Tirk nikare vîna gelê me bişkîne
11 mijdar, 2021   17:33
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê îro bi meşekê komkujiya dawî ya dewleta Tirk ku 3 kes ji malbatekê şehîd bûn, şermezar kir.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Edla Silêman êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk sivîlan dike hedef, kesên bêguneh qetil dik. Piştî ku bi balafirên bêmirov komkujî li Kobanê pêk anîn, li Qamişloyê komkujiyeke pêk anî. Armanca wan ji van komkujiyan yek e ew e ku vîna gelê Kurd bi giştî û welatparêz û têkoşeran bi taybet bişkîne."

Edla Silêman diyar kir ku tevahiya dewletan çavên xwe li ser sûcên Tirkiyê digire, ji lew re divê civata navneteweyî û hemû dewlet sînorekî ji komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê re deyin.

Edla Silêman wiha axaftina xwe dewam kir: "Baweriya me bi vîna gel û hêza ewladên me heye. Her çiqasî Tirkiyê sivîlan hedef bigire, em ê hîn zêdetir şehîdan bidin da azadiya xwe misoger bikin û li ser rêya şehîdên xwe serkeftinê qezenc bikin."

Welatiyê bi navê Salih Nûh komkujiya Hilêliyê ya Qamişlo şermezar kir û ev li axaftina xwe zêde kir: "Tirkiye bi van komkujiyan hewl dide tola binketina DAIŞ`ê rake, ji lew re sivîl, welatparêz û têkoşeran bi taybet hedef digire."

Nûh destnîşan kir ku dewleta Tirk van komkujiyan li dijî gelê herêmê pêk tîne, ji ber ku vî gelî DAIŞ têk birine.

Nûh ev li gotina xwe zêde kir: "Gelê herêmê gihaşt baweriyekê ku ji ber dewleta Tirk di hundir de hildiweşe, dixwaze aloziyên xwe derxe derve, ji lewma herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire."

Ciwana bi navê Canê Ebdo jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got, dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe vîna gelê herêmê têk bibe, ji ber ku gelê wan xwedî rihekî berxwedêr û têkoşer in û şopdarên rêya şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan in.

(eh)

ANHA