​​​​​​​Li Efrîn û Girê Spî di navbera komên çete de şer derket

Li navçeya Şera ya kantona Efrînê û bajarê Girê Spî yên dagirkirî  di navberakomên çeteyên dewleta Tirk a dagirker şerên giran qewimîn û di şer de sivîlek birîndar bû.

​​​​​​​Li Efrîn û Girê Spî di navbera komên çete de şer derket
11 mijdar, 2021   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan xwecihî ragihandin ku komên çete yên "Feyleq El-Şam" li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê li ser parvekirina dizî û baçeyên ku li welatiyan ferz dikin, şer kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku di şer de çekên sivîk û navîn hatin bi karanîn.

Çavkaniyekî din diyar kir ku li gundê Gemrûk ê navçeya Mabatayê serçeteyê koma "Siqûr El-Şemal" Ehmed Kogyan  bi rêjeya ji sedî 10 bace li xwendiyên zeviyên zeytûnan û ji sedî 35 li xwendiyên kargehên guvaştina zeytûnan ferz kir.

Li bajarê Girê Spî jî, di saetên piştî nîvro de, di navbera çeteyên "Cebha El-Şamiye" û Ketîbet El-Qadisya" de şer derket. Li gorî çavkaniyan, şer piştî ku çeteyên El-Şamiye depoya genim a Sixêrat ji destê çeteyên "Ketîbet El-Qadisya" derxist, qewimî.

Çavkaniyan diyar kir ku beriya şer dest pê bike, çeteyên "Cebha El-Şamiye li bajarokê Hemam Turkmen hejmarek ji çeteyên "Ketîbet El-Qadisya" girtin û li gundê Um El-Îzam ê bajarokê Elî Baciliylê yê başûrê kantona Girê Spî girtin ser baregeheke wan da ku fermandarê ketîbeyê "Ebû Cîhad" bigirin.

Her wiha diyar kir ku di şer de sivîlê bi navê Nebîn Şihade yê ji gundê Şirgirakê birîndar bû.

Li gorî heman çavkanî, depoya genim a li Sixêrat ê 5 kîlometreyan dikeve bakurê gundê Şirgirakê niha di destê çeteyên "Ketîbet El-Qadisiyê" de ye.

ANHA