Li Derayê mayînek bi karwanekî hêzên hikumeta Şamê ve teqiya

Dema karwanê hêzên hikumeta Şamê di rêya bajarê Hîrak ê gundewarê rojhilatê Derayê re derbas dibû, mayînek  teqiya. Agahiyên derbarê wendahiyan de heta niha tune ne.

Li Derayê mayînek bi karwanekî hêzên hikumeta Şamê ve teqiya
11 mijdar, 2021   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê diyar kir ku mayîna kesên nenas li ser rêya Hîrak ê gundewarê rojhilatê Derayê çandibûn, bi karwanê hêzên hikumeta Şamê ve teqiya. Heta niha agahiyên têkildarî wendahiyan nehatin bidestxistin.

Vê sibê li bajarokê Şêx Seed ê gundewarê rojavayê Derayê kesên nenas gule li mêrekî teşand, di encamê de hate kuştin. Kesê hatiye kuştin dema çeteyan Derayê kontrol kir, di nav komên çeteyan de bû, lê piştre tev li tu aliyan nebû.

Bi vê yekê hejmara kuştiyan ji destpêka peymana dawî ya li Derayê ve gihaştiye 43`yan, ji wan 22 zarok hene. Hin ji wan jî beriya niha di nav komên çekdar de bûn, lê piştî lihevkirinê tev li tu aliyan nebû. 21 kes jî ji endamên hêzên hikumeta Şamê û Feyleq El-Xamis a ku Rûsya piştgiriya wê dike ne.

(eh)