​​​​​​​Li Qamişloyê şîn.. Dê şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke girseyî werin oxirkirin

Îro li Qamişloyê ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê dikandaran dikanên xwe girtin û gel amadekariya beşdarbûna merasîma hersê cangoriyan dikin.

​​​​​​​Li Qamişloyê şîn.. Dê şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke girseyî werin oxirkirin
11 mijdar, 2021   08:32
QAMIŞLO

Droneke dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Mijdarê de erebeyeke sivîl li taxa Hilêliyê kir hedef û di encamê de kesayetê welatparêz Yusif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Ji bo şermezarkirina vê komkujiyê bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê duh bi dirûşma “Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gelê şoreşger derkevin” meşiyan û xwestin bi rêya vê meşê peyamekê bidin dewleta Tirk ku berxwedana wan li hemberî êrişên dagirkeriyê berdewam e.

Îro jî şêniyên Qamişloyê îro şîn girt û dê saet 10:30`an tev li merasîma oxirkirina her sê şehîdan bibin ku dê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar keve. Di vê çarçoveyê de dikanderên sûka giştî ya Qamişloyê dikanên xwe girtin.

Merasîma oxirkirinê wê ji çerxerêya Sonî ya li naverasta bajêr dest pê bike.

(şx)

ANHA