'Hevkariya Kurd û Ereban di tunekirina DAIŞ`ê de hevgirtineke xurt nîşan dide'

Şêniyên Reqayê piştrast kir ku gelên herêmê yên ji bo rizgarkirina wê hevgirtî bûn, dê ji bo parastina wê jî hevgirtina xwe dewam bikin. Her wiha destnîşan kir ku ji ber vê hevgirtinê, di dirêjahiya 10 salan de gelek destkeftî hatin bidestxistin û serkeftin pêk hat.

'Hevkariya Kurd û Ereban di tunekirina DAIŞ`ê de hevgirtineke xurt nîşan dide'
11 mijdar, 2021   08:30
REQA-EHMED ESAF

Dîroka êkiliyên di navbera gelên herêmê de yên li ser vê erdnîgariyê bi hev re dijîn digihêje bi hezaran salan. Gelên herêmê bi taybet kurd û ereb, ji hezaran salan ve gelek şaristanî ava kirin û pêşxistin. Kûrahiya vê têkiliyê îro di hevgirtina gelên herêmê de ji bo parastina axa xwe ji hemû cureyên dagirkirinê diyar dibe.

Şêniyên Reqayê ji ajansa me re axivîn û behsa vê hevgirtinê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de kirin bi taybet di navbera kurd û ereb de û rola ku di parastina herêmê û rûniştandina saziyên Rêveberiya Xweser de lîstiye destnîşan kir.

Îbrahîm El-Xelîl di vî warî de got: “Hevgirtina heyî, gelek kevin e. Lê piştî ku DAIŞ û komên din herêmên me kontrol kirin, ev hevgirtin zêde û firehtir bû. Di vê çarçoveyê de me di warên leşkerî û siyasî de gelek serkeftin pêk anî û gelek destkeftî bi dest xist.”

Îbrahîm El-Casim wiha domand: “Li Reqayê em ruhê jiyana hevbeş dibînin ku divê li Sûriyê bi giştî bibe nimûne. Pêwîstiya me bi vê hevgirtinê heye. Ji ber ku destkeftiyên bi saya wê hatin bidestxistin, ne tişteke hêsan e lê belê tişteke bê hempa ye û ket rojeva cîhanê.”

Îbrahîm El-Casim bi bîr xist ku hêz di vînê de veşartî ye û wiha pê de çû: “Çiqas hewl bidin fitneyê di navbera me de derxin ew nikarin. Em bi hêztir in, têkiliyên di navbera me de têkiliya axa ku bi xwîna gelên herêmê hatiye avdan e.”

Her wiha El-Casim îşaret bi têkilbûna xwîna kurd û ereb li hemberî tunekirina DAiŞ`ê û rizgarkirina herêmê kir û got ew îsbat dike ku ev hevgirtin xurt e û bi saya wê serkeftin pêk hat û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em piştgiriya hêzên xwe û Rêveberiya Xweser dikin. Em nahêlin tu kes dest bi sînorên me bide. Bi xwîna xwe em wê biparêzin û dê di xendeqekê de li rex hêzên xwe li ber xwe bidin.”

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Ziyab têkildarî mijarê wiha nêrîna xwe parve kir: “Hevgirtina pêkhateyên Reqayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kûr e û kokên wê dîrokî ne. Bi rêya wê hevgirtinê em dikarin tişta DAIŞ`ê û çeteyên dewleta Tirk wêran kiriye ji nû ve ava bikin.”

Ziyab balkişand ser jiyana hevbeş a li herêmê û got: “Pêkhateyên herêmê hewl didin ku rêveberiya wan were naskirin da ku aramiyeke bêtir li ser hemû astan pêk were. Lê dewletên din armanc dikin hevgirtina pêkhateyan parçbe bikin da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û vê axê dagir bike û terorê ji nû ve vejînin.”

Ziyab di dawiyê de got: “Çawa me axa xwe parast em bi şervanan re dê parastina wê bikin. Em bosteke axa xwe bernadin. Ji bo vê rojê me gelek berdêl da. Em hêvî dikin ku mîna jiyana li vir li piraniya herêm û bajarên Sûriyê pêk were.”

(şx)

ANHA