Rojnameyên Erebî: Li Qamişlo li djiî sûcên Tirkiyê xwepêşandan

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkildarî xwepêşandana girseyî ya li Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hatî lidarxistin, rewşa ciwanên Başûrê Kurdistanê û rewşa Tûnisê de nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Li Qamişlo li djiî sûcên Tirkiyê xwepêşandan
Rojnameyên Erebî: Li Qamişlo li djiî sûcên Tirkiyê xwepêşandan
Rojnameyên Erebî: Li Qamişlo li djiî sûcên Tirkiyê xwepêşandan
11 mijdar, 2021   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

LI DIJÎ BOMBEBARANA DEWLETA TIRK, LI QAMIŞLO XWEPÊŞANDAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî mijarê wiha nivîsî: “Piştî êrişa bi blaafireke bêmirov a dewleta Tirk ku di encamê de 3 kes bûn qurbanî, li bajarê Qamişlo yê li bakur rojhilatê Sûriyê xwepêşandaneke girseyî li dijî dewleta Tirk hat lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo yên bi hêrs, kom bûn da ku beşdarî merasima oxirkirina cenazeyên malbata Gulo ya Kurd bibin, ku rastî êrişa balafireke bêmirov (dron) ya dewleta Tirk hatibû. Di encamê de mezinê malbatê Yûsif Gulo (82) û  du neviyên wî bûn qurbanî. Xwepêşandêran pankert û alên kurdî rakirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û hêzên QSD`ê şermezar kirin. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka, Rûsya û welatên aktîv li Sûriyê kir ku wan êrişan rawestînin. Xwepêşandêran dirûşmeyên li dijî hikumeta Tirkiyê û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan berz kirin.

Rêveberiya Xweser li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de got"Dewleta Tirk di 9`ê Mijdarê de bi rêya balafireke bêmirov taxa Hilêliyê ya li Qamişlo hedef girt di encamê de 3 sivîlên ji malbata Gulo ya welatparêz şehîd bûn, di nav de bapîr Yûsif Gulo (82)”. Rêveberiya Xweser, Kolîasyona Navneteweyî û hêzên Rûsya wekî berpirsên berdewamkirina êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina sivîlên li herêmên xwe nîşan da û destnîşan kir ku “ev dijminahî li pêş çavên Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û tevahî cîhanê pêk hat. Ev geşedaneke  xeter e. Êrişên dewleta Tirk, berdewamkirina metoda qirkirinê li dijî gelê me piştrast dike.”

Êrişên bi balafirkên bêmirov ên dewleta Tirk ketin çarçoveya şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û geşekedaneke balkêş e. Di heman demê de gefên dewleta Tirk ên derbkirina herêmên QSD`ê zêde dibin. Li bajarê Kobanê yê gundewarê rojhilatê Helebê meha borî jî du êriş pêk hatin. Ya yekemîn li dijî 3 şervanên QSD`ê bû, ya duyemîn jî li dijî lîderên berz ên Kurd pêk hat. Di 22`ê Tebaxa borî de jî êrişeke sêyemîn li dijî erebeyekê li nêzî deriyê têketinê yê rojavayê Qamişlo pêk hat. Êrişa herî dijwar ya dewleta Tirk jî di 20`ê Tebaxê de li dijî civîna fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ya girêdayî QSD`ê pêk hat û di encamê de 7 şervan jiyana xwe ji dest dan, di nav de fermandareke berz ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), her wiha 10 kes birîndar bûn.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê got: “Em hedefgirtina stûnê malbata Gulo û neviyên wî û êrişên li dijî xaka Sûriyê, her wiha hedefgirtina lîderên Kurd ên ku şerê rêxistina terorîst DAIŞ kirin, şermezar dikin.”

 MSD`ê bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk kir ku li dijî êrişên Tirkiyê helwestên tund nîşan bidin û got “Em bang li wan dikin ku li hemberî gefên domdar ên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê refên xwe bikin yek.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bang “li cıvata navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelê Kurd ê li Sûriyê re deyene û li ser wan sûcan hesab jê bixwaze.”

NEBÛNA DERFETÊN KAR Û REWŞA ABORÎ YA XIRAB, BERÊ CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIDE EWROPAYÊ

Têkildarî koçberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê jî rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de wiha got: “Hestên bêhêviyê dibin sedem ku bi hezaran ciwanên Kurdistana Iraqê li rêyên koçberiya ber bi Ewropayê ve bigerin, tevî astengî û xeteriyên ku di rê de rastê tên, bi taybet ewên ku nikarin bi awayekî qanûnî derkevin.

Ji ber nebûna derfetên kar, rewşa aboriyê ya xirab û belavbûna gendeliyê, ciwanên li Kurdistana Iraqê gazincan dikin.

Li gorî daneyên Komeleya Penaberan a Kurdistanê, beriya nêzî 3 mehan ve bi hezaran ciwanên herêmê koçber bûn, ji wan 1600 ciwan berê xwe da Belarûs. Li gorî komeleyê, niha nêzî 4 hezar penaberên Kurd li ser sînorê Belarûs in û piraniya wan ciwan in, her wiha di nava wan de jin, zarok û kesên temenmezin jî hene.

Ji beriya çend rojan ve bi hezaran penaber di nava seqemê de li ser sînorê Polonya-Belarûs kom bûne. Pirsgirêka penaberan, aloziya di navbera Belarûs û Yekitiya Ewropayê de gurtir kir, ku YE`yê Minskê bi destekdayîna Rûsyayê, bi bikaranîna penaberan ji bo zexta li yekitiyê tawanbar dike.”

ÎXWAN LI PIŞT REWŞA ALOZ A LI AQRIB IN

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Tûnisê wiha nivîsî: “Duh li bajarê Eqarib ê Tûnisê greva giştî hatî ragihandin û tevger bi temamî hatiye rawestandin. Greva giştî ji aliyê Yekitiya Tûnisê ya Xebatê ve piştî pevçûnên di navbera xwepêşandêran û hêzênz ewlekariyê de hat ragihandin.

Derdorên herêmî texmîn dikin ku Îxwan û hevalbendên wan li pişt gurkirina xwepêşandanên li bajêr bin û bi wê yekê armanc dikin ku bajarê Eqarib veguherînin herêmeke sorkirinê li dijî tedbîrên ku serok Qeys Seîd di 25`ê Tîrmeha borî de girtine. Îxwan bi rêya şebekeyên têkiliyên xwe yên li hundir û derveyî welêt hewl didin rewşa aloz xirabtir bikin û veguherînin xwepêşandaneke giştî li seranserê welêt.”

(cx)