Rûspiyên êlên Dêrazorê: Divê hesab ji Erdogan bê xwestin

Rûspiyên êlên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyawî re li Sûriyê û Iraqê şermezar kir û bi “şerekî kirêt” bi nav kir. Her wiha gotin ji ber vê yekê divê hesab ji Erdogan bê xwestin.

Rûspiyên êlên Dêrazorê: Divê hesab ji Erdogan bê xwestin
11 mijdar, 2021   04:14
DÊRAZOR

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî axa Sûriyê û Iraqê dike. Her wiha di êrişên xwe de çekên kîmyawî bi kar tîne da ku planên xwe yên mêtîngerî û desthildarî pêk bîne.

Rûspiyên êlên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyawî jî red dikin.

ERDOGAN BI BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ ŞEREKÎ KIRÊT DIMEŞÎNE Û DIVÊ HESAB JÊ BÊ XWESTIN

Rûspiyê êla El-Dixêvc ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Ebdurehman El-Dixêvc ji ajansa me re axivî û got: “Dewleta Tirk çekên kîmyawî di şerê xwe de bi kar tîne. Tevî çeteyên xwe şerekî kirêt li dijî herêmê dimeşîne û zarokan bi gazên bi jehrî dişewtîne.”

Ebdurehman El-Dixêvc ev yek piştrast kir: “Em van sûcan qebûl nakin. Em dizanin ku ev çek li ser asta navneteweyî qedexekirî ne. Divê ji ber vê sûcê hesab ji Erdogan bê xwestin. Divê rêxistinên navneteweyî li ser vê mijarê bisekinin.”

Dewleta Tirk bi armanca qirkirinê û dagirkirinê ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên parastinê yên medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike. Di wan êrişan de zêdetirî 323 caran çekên kîmyawî bi kar anîn.

Aliyên herêmî û navneteweyî belge kirin ku dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de di êrişên xwe yên li ser Serêkaniyê de fosforî spî bi kar anî. Lê rêxistina OPCW (rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî) wê demê qebûl nekir ku li ser mijarê lêpirsînekê çêke. Gelek çavdêran wê demê gotin ev yek tê wateya ku wê ji dewleta Tirk re erê kiriye ku careke din vê çekê bi kar bîne.

EM LI HEMBERÎ VÊ YEKÊ BÊDENG NAMÎNIN

Rûspiyê Êla El-Şiêtat a gundewarê rojhilatê Dêrazorê Sabit El-Îd got: “Kî dibe bila bibe em ti carî dagirkeriyê qebûl nakin.”

Sabit El-Îd wiha domand: “Em dev ji bosteke axa xwe ber nadin. Em rê nadin tu kesî dest pêde. Elên herêmê qebûl nakin ku herêm wêran bibe. Dewleta Tirk bi hemû rêbazên kirêt û bi rêya bikaranîna çekên kîmyawî hewl dide herêmên me dagir bike. Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe em kirin qurbaniyên şer û dagirkirinê. ” 

El-Îd bikaranîna çekên kîmyawî şermezar kir û got: “Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin, em ê bi ciwanên xwe li ber xwe bidin. Em nahêlin tu dagirkerî êrişî me bikin.”

(şx)

ANHA