Li Efrîna dagirkerî sûcên nû yên dewleta Tirk û çeteyên wê

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku dewleta Tirk ne tenê sûcan li dijî kurdan pêk tîne lê belê ereb jî para xwe ji van sûcan girtine. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk di vê dawiyê de kargehên madeyên hişbirê vekirin û wan belav dike.

Li Efrîna dagirkerî sûcên nû yên dewleta Tirk û çeteyên wê
11 mijdar, 2021   00:39
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî û got sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî berdewam in û di vê dawiyê de zêde bûne.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku revandina sivîlan ji aliyê MIT`a Tirk û çeteyên “Polîsa Leşkerî û Sivîl” ve berdewam in.

Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku ji destpêka Mijdarê ve zêdetirî 50 welatî di nav de 13 kalemêr, 6 jin hatine revandin. Îşkence li 3 sivîlan hatiye kirin. Malûmilkên sivîlek hatiye desteserkirin. Berhemên zeytûnê yên 5 welatiyan hatine dizîn. Zêdetirî 145 darên zeytûnê yên mezin û berhemdar hatin qutkirin û 14 hezar teneke zêt li gundên Efrîna dagirkirî wek baç hatine ferzkirin.

Li gorî Îbrahîm Şêxo ji gundên ku baç li ser hatine ferzkirin gundên navçeya Bilbilê ne û wiha rêzkirin: “300 teneke Kêla, 130 teneke gundê Zerka, 190 gundê Heyama, 150 teneke gundê Bêxçe, 180 teneke gundê Elî Beg, 200 teneke gundê Şigêlê, 250 teneke gundê Bêkê û 300 teneke gundê Elî Karo.”

Li navçeya Mabatayê jî 600 teneke zêt li ser şêniyên gundê Gemrûkê hatiye ferzkirin.

Şêxo bi bîr xist ku çeteyan lîsteyeke hazir kiriye ku ji 100 navî pêk tê û ew jî ji şêniyên gundê Mamila yê navçeya Raco ya kantona Efrînê ne. Her wiha diyar kir ku istixbarata dewleta Tirk bi koordîneya çeteyên Sultan Mihemed El-Fatih û çeteyên Polîsa Leşkerî heta niha ji wê lîsteyê derdora 40 kes revandin di nav de kesên temenmezin û jin hene.

Her wiha Şêxo diyar kir ku çete piştî ku bi ser malan de digirin, sivîlan direvînin û dibin cihekî ne diyar. Armanca sereke jî girtina fîdyeyan û sivîlan neçarî koçberiyê bikin.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku çeteyên Polîsa Leşkerî û Feyleq El-Şam bi ser gundê Îska de girtin û zêdetirî 20 welatî revandin di nav de jin û temenmezin hene.

Her wiha Îbrahîm Şêxo daxuyand ku piraniya ciwanên gundê Îska ji tirsa revandinê, ji gund revîn û piştrast kir ku rewş li hemû herêmên kantona dagirkirî heman e.

Têkildarî tevliheviya ewlehiyê Şêxo bi bîr xist ku şerek di nava çeteyên El-Hemzat ên Turkmen de rû da, piştî ku serçeteyê wan ê bi navê Ela Cinêd fonên endamên komê dizîn. Her wiha îşaretpê kir ku ev şerê di navbera çeteyan de û tevliheviya heyî encama siyasetên dewleta Tirk e ku herêmê bike jêdera terorê û tunebûna ewlehiyê.

KARGEHÊN MADEYÊN HIŞBIRÊ

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku hejmara kargehên madeyên hişbirê zêde dibin û ev made ji herêmên din ên Sûriyê re tên hinartin û di nava çeteyan de têne belavkirin. Her wiha eşkere kir ku heşîş di nava zeviyên şêniyên Efrînê yên koçber de tên çandin.

Şêxo got: “Guhertina demografiya herêmê bênavber didome. Dewleta Tirk li gundên êzidiyan mizgeft ava kirin. Bi dehan dibistanên şerî vekirin da ku fikrê tundraw belav bike. Her wiha materyalên tirkî di dibistanan de dide xwendin. Zanîngeh vekirin ku girêdayî Zanîngeha Gazî Entab in. Bi vê yekê dewleta Tirk Efrîn kir jêdera kombûna terorîstên biyanî.”

22 AVAHIYÊN MÊTÎNGERÎ

Li aliyekî din xebatên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî berdewam in. Rêxistinên Qeterî û Kiwêtî bi vî karî radibin. Şêxo bi bîr xist heta niha hejmara wan avahiya bûye 22.

Îbrahîm Şêxo balkişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan û got: “Herî zêde jin rastî van sûcan tên.” Li gorî Şêxo dewleta Tirk û çeteyên wê tola xwe ji jinên Efrînê hiltînin ji ber ku di hemû waran de roleke pêşeng lîst.

Îbrahîm Şêxo wiha domand: “Dewleta Tirk hîna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên radîkal ji Idlibê tîne û li gundên di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam ên ixwanî de bi cih dike bi taybet gundên navçeya Şêrawa û Cindirêsê.”

TENGAVKIRINA PÊKHATEYA EREB

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji anîna çeteyan ji Idlibê armanc dike ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku di nav de çeteyên biyanî hene û navên wan di lîsteya terora cîhanî de hene, tev li çeteyên li Efrîna dagirkirî bike.

Îbrahîm Şêxo daxuyand ku pêkhateya Ereb a li Efrînê ji sûcên dewleta Tirk nefilitî bi taybet êla Bobena û bi bîr xist ku çeteyên Cebha El-Şamiye gelek caran şêx êla Bobena Faris Xelîl revand û baçên mezin lê ferz kirin.

Di dawiyê de Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk hewl didin êla Bobena ji Efrînê derxe mîna ku bi serê êla El-Bû Xemîs kiriye. Her wiha destnîşan kir ku komên çeteyan bi zanabûn êlên ereb yên hevgirtî berbelav dikin da ku wan zaîf bikin û kontrol bikin.

(şx)

ANHA