Rûspiyên êlên ereb: Êlên ereb û kurd li hemberî dagirkeriya Tirk yek in

Rûspiyên êlên ereb ên herêma Sirînê ya başûrê Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û piştrast kirin ku wê heta dawiyê axa xwe biparêzin.

Rûspiyên êlên ereb: Êlên ereb û kurd li hemberî dagirkeriya Tirk yek in
11 mijdar, 2021   01:45
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Rûspiyên êlên Ereb têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dê êrişî herêmê bike da ku dagir bike axivîn.

Rûspiyê êla El-Imêrat Xalid El-Ebdullah gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: “Hemû pêkhateyên herêmê wê axa xwe biparêzin.”

Xalid El-Ebdullah êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi êrişên dagirkirinê yên osmaniyan bi nav kir û bang li hemû pêkhateyan û êlan kir ku hevgirtî bin û bibin yek û dest bi dest di xendeqekê de li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Xalid wiha berdewam kir: “Me êrişî tu kesekî nekiriye. Tenê em ax û rûmeta xwe diparêzin. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk herêmên me dagir bike.”

Xalid El-Ebdullah destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker  bi lez êrişî herêmê dike da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û osmaniya berê vejîne, beriya ku sedsala lihevkirina Lozanê bidawî dibe.

Xalid El-Ebdullah bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Li şûna ku bêdeng dimînin divê rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin,”

Xalid El-Ebdullah piştrast kir ku êlên ereb ên herêmê amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin û dê cihê xwe di eniyên şer de bigirin û piştgiriya şervanan bikin.

Rûspiyê êla El-Ewn Memdûh El-Hefnî yekbûna êlên ereb û kurd û hemû pêkhateyên herêmê piştrast kir û got ew hebûna dagirkeriya Tirk an jî aliyekê din li ser axa herêmê qebûl nakin.

Memedûh El-Hefnî bang li êlan kir ku bibin yek û xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin û li hemberî her destwerdanekê piştgiriya wê bikin.

Memdûh El-Hefnî piştrast kir ku ew axa xwe bernadin û bang li pêkhateyan kir ku parastina welêt bikin.

(şx)

ANHA