Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê komkujiya li Hilêliyê şermezar kir

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê komkujiya li Hilêliyê ku dewleta Tirka dagirker pêk aniye, şermezar kir û bang li hêz û partiyên kurdî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û di vê qonaxa hestiyar de ji bo yekitiya kurdî kar û xebatê bikin.

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê komkujiya li Hilêliyê şermezar kir
10 mijdar, 2021   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi daxuyaniyekê komkujiya li Hilêliyê ya  Qamişlo ku di encamê de ji malbatekê 3 ferd şehîd bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de ev hate destnîşankirin: "Li gorî daxuyaniya ASAYÎŞ`a Rêveberiya Xweser 9-11-2021`ê li taxeke bajarê Qamişlo erebeyeke ku 3 kes ji malbatekê tê de bûn, bi balafireke bêmirov a Tirkiyê ve hate hedefgirtin. Di encamê de Yûsif Gulo û du neviyên wî gihaştin asta şehadetê. Ev kiryarê hovane aloziya ku li qada siyasî û ewlehiyê heye kûrtir dike û herêmê bê ewle dike."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê van kiryarên li dijî qanûnên mirovî û mîsaqan e şermezar dikin û bang li hêz û partiyên Kurd dikin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û di vê dema hestiyar de yekitiya xwe xurt bikin."

 (eh)

ANHA