QSD: Dagirkeriya Tirk bi rêya tevgerên xwe û hedefgirtina welatiyan hêzên me şantaj dike

QSD`ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya tevgerên xwe yên zêde û hedefgirtina welatiyan bi sekvanan hêzên wan li eniyên şer ên Serêkaniyê û Girê Spî şantaj dikin. Lê QSD’ê teqez kir ku şervanên wan xwe ragirtine û li gorî peymana agirbestê tev digerin.

QSD: Dagirkeriya Tirk bi rêya tevgerên xwe û hedefgirtina welatiyan hêzên me şantaj dike
10 mijdar, 2021   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê geşedanên meydanî yên dawî eşkere kirin.

 Di daxuyaniya QSD`ê ev hate gotin:

 "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî li gundewarên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî hêzên me şantaj dikin, di nav de. Dagirkerî wê yekê bi rêya belavkirina erebeyên xwe yên leşkerî li gundewarên rojavayê Girê Spî pêk tîne û hewl da hêzên me yên li herêmê şantaj bike. Her wiha erebeyên leşkerî yên Tirkiyê zêdetirî 3 saetan bê navber diçûn û dihatin.

Her wiha li eniya gundê Ebû Sira yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê panzêrên Tirkiyê derdora du saetan diçûn û dihatin.

Li gundewarê rojhilatê bajarokê Eyn Îsa nexasim li gundê Şergirak sekvanên artêşa Tirk welatiyên sivîl hedef girtin, bi taybet dema welatî diçin nav mezreyeyên xwe. Di encamê de welatî nikarin erdên xwe biçînin û qûtên xwe yên rojane peyda bikin. Lê li beramberî wê hêzên me şervanên xwe hişyar dikin ku li hember van kiryaran xwe ragirtin û li gorî peymana agirbestê tev bigerin."

(eh)

ANHA