​​​​​​​Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê komkujiya li Hilêliyê şermezar kir

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Gulo li taxa Hilêliyê ya Qamişlo pêk aniye şermezar kir û bi sûcê tirsonak wesif kir. Her wiha da zanîn ku ew bi metoda azadiyê û şopandina rêça şehîd Yûsif Gulo ve girêdayî ne.

​​​​​​​Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê komkujiya li Hilêliyê şermezar kir
10 mijdar, 2021   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişlo pêk aniye ku di encamê de 3 ferd ji malbata Gulo şehîd bûn, Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk ji salan ve li dijî gelek dewletan şer dike, ew yek li pêş çavên civaka navneteweyî pêk tê. Dewleta Tirk bi awayekî bêserûber destwerdan li aloziya Sûriyê kir, piştevaniya komên tundraw kir û derbasî Sûriyê kirin û li dijî gelê Kurd bi kar anîn, da ku armancên xwe pêk bîne. Lê hêzên tarî bi destên zarok û neviyên welatparêzên birûmet têk çûn, mîna malbata Yûsif Gulo. Ji lew re dewleta Tirk bi awayekî eşkere destwerdan kir û kîna xwe li dijî projeya Rêveberiya Xweser pêk anî.

Dewleta Tirk amadkariyên hêzên xwe û yên alîgirên wê bêyî tu redkirineke ji hêzên hegemon ve dest pê kirin, bi wê re diyar dibe ku ew bi vê terora turanîzm re lihevkirî ne ku ajandeyên xwe yên taybet pêk bînin, her wiha bi sedan şehîd, birîndar û hezaran koçber û penaberan paşguh dikin. Lê dema ku bandor li mirovahiyê hat kirin û ji tevahî gelên cîhanê re eşkere bû, hin hêzan destwerdan kir ku vî şerî bi demkî rawestînin. Bi wê re dewleta Tirk fermandarên ku di oxira bidestxistina azadiya gelê xwe de canê xwe daye, hedef girtin.

Lê dema dît ku gelê me ji helwesta xwe bi paş de neçû û welatparêzî zêde bû, kîn û nefreta li gel emîrê DAIŞ’ê yê rasteqîn, partî û hikumeta wî zêde bû û kesayetên welatparêz û welatî ku bi zarok û neviyên xwe ji bo fedekariya Kurdistanê amade bûn hedef girtin. Ev yek jî di hedefgirtina kesayetê welatparêz Yûsif Gulo, zarokên wî Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo de eşkere bû.

Em Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê vê sûcê terorîst a tirsonak şermezar dikin û teqez dikin em bi metoda azadî û şopandina rêça şehîd Yûsif Gulo ve girêdayî ye. Em bang li tevahî hêzên neteweyî yên li tevahî Kurdistan û cîhanê dikin ku bi yekitî li hember terora Osmaniya nû bisekinin."

(fr)

ANHA