YE lidarxistina civîneke awarte ji bo aloziya penaberan nîqaş dike

Yekitiya Ewropayê lidarxistina civîneke awarte têkildarî aloziya penaberan a li ser sînorên Belarûs-Polonyayê nîqaş dike. Îhtimal heye ku cezayan li Belarûsê ferz bike.

YE lidarxistina civîneke awarte ji bo aloziya penaberan nîqaş dike
10 mijdar, 2021   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji şandeyeke Meclisa Ewropayê ji ajansa Tas a Rûsyayê re got: “Ev nîqaş bi însiyatîfa Polonyayê tê kirin, lê hîna biryar nehatiye dayîn.”

Yekitiya Ewropayê (YE) hikumeta Belarûsê bi veguhastina penaberan bi awayekî neqanûnî ji xaka YE’yê re tawanbar dike.

Wezîrê karên derve yê Awisturyayê Michael Linhart jî ji rojnamevanan re diyar kir ku îhtimal heye ji ber aloziya penaberên a li ser sînorê Polonyayê, ceza li Belarûs û şîrketên balafiran werin ferzkirin.

(cx)