Meclisa Girê Spî û Meclisa Malbatên Şehîdan hedefgirtina malbata Gulo şermezar kir

Meclisa kantona Girê Spî û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi daxuyaniyeke cuda komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Gulo ya welatparêz li Qamişlo ku di encamê de 3 welatî şehîd bûne şermezar kir.

Meclisa Girê Spî û Meclisa Malbatên Şehîdan hedefgirtina malbata Gulo şermezar kir
10 mijdar, 2021   14:40
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan li pêş avahiya meclisê ya li Kobanê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Emkîhan Cûdî ya girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ronahî Heco daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker welatiyan hedef digire, ev yek jî li hember herêmê ne tiştekî nû ye. Em Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bang li tevahî dewletan dikin li gorî rêgezên mirovahî tev bigerin û sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re deynin."

ARMANCA DEWLETA TIRK A DAGIRKER QIRKIRINA GELÊ KURD E

Daxuyaniyê îşaret pê kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e, ne tenê hedefgirtina partiyekê yan jî aliyekî diyar e. Ji lew re divê gelê Kurd li her derê asta têkoşîn û yekitiyê li hember faşîstê bilind bikin. Ji ber îro Qamişlo bû, dê sibe Hewlêr û Kirmanşah be."

Di daxuyaniyê de bal li ser Tirkiyê hat kişandin ku dewleta Tirk her tim Kurd û Kurdistanê hedef digire. Ji ber wê divê gelê Kurd li her derê pişta xwe nede tu aliyekî, tenê pişta xwe bidin hêzên xwe û hevgirtî bin.

Her tim têkoşîna gelê Kurd ji bo mirovahiyê bû û tu cudahî nedixist navbera pêkhate û etnîkan. Ji lew re ev gel xwedî projeya mirovahî ye û li ser rêgeza wekhevî, edalet û demokratiyê pêk tê. Di oxira wê projeyê de bi hezaran şêniyên herêmê cane xwe da.

HEKE WERE XWESTIN EH HEMÛ XWEDÎ ŞEHÎDAN IN

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku şehîd Yûsif Gulo û zarokên wî şehîdên demokrasî û wekheviyê ne. Ji ber wê em ji faşîzma Tirk re dibêjin ku em xwediyê şehîd in, heke were xwestin, ji bo vê projeyê em hemû şehîd in da ku ala azadiyê bilind bin, edalet, wekheviyê û demokrastiyê di navbera gelên herêmê de belav bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Gelê ku li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan serî hildaye, xwe ji faşîstê re danayne û dê xwe li hember çi êrişê bi rêxistin bike."

DIVÊ LI HEMBER HEWLDANÊN DAGIRKIRINA XAKA SÛRIYÊ WERE SEKINANDIN

Meclisa kantona Girê Spî li qada meclisê ya navçeya Eyn Îsayê bi beşdariya bi sedan endamên komîte û saziyên meclisên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

Li ser zimanê meclisa kantonê Salih El-Hecî daxuyanî xwend, tê de komkujiya ku dewleta Tirk bi rêya balafireke bêmirov a li dijî erebeyeke welatiyan li Qamişlo pêk aniye şermezar kir. Di encama komkujiyê de 3 welatî ji malbata Gulo ya welatparêz şehîd bûn; Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo.

Meclisa kantona Girê Spî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku civaka navneteweyî berpirsê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ye. Ji ber bêdengiya wan dihêle dewleta Tirk sûcan bike.

Meclisê bang li gelên herêmê kir ku li hember hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina xaka Sûriyê bisekinin û li dora QSD’ê bicivin ku parastina xakê dike.

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina yekitiya pêkhateyên herêmê û berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA