Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Ridwan Enwer Îsa şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
10 mijdar, 2021   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Endamê hêzên me yê Asayîşa bajarê Dêrikê Ridwan Enwer Îsa di 7’ê Mijdarê de dema ku li ser erka xwe ya parastina ax û gelê xwe bû, gihaşt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Ridwan Îsa

Navê bav: Enwer

Navê dayikê: Xalsa

Cih û dîroka tevlêbûnê: Dêrik, 09.02.2021

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik, 07.11.2021

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Ridwan re dixwazin. Em bejna xwe li hemberî fedakariya şehîdên xwe yên ku ji bo parastina malbat û gelê xwe canê xwe feda kirine, ditewînin. Em piştrast dikin ku heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, em ê li ser rêya şehîdan bin."

)dx(