Li ciwanên Kurd ên li ser sînorê Polonya-Belarûsê îşkence tê kirin

Komîteya Sînor a Belarûsyayê da zanîn ku di kampa bêserûber a koçberan de ya nêzî sînorê Polonyayê, koçberên Kurd ji aliyê endamên ewlehiyê yên Polonyayê ve rastî îşkenceyê hatine.

Li ciwanên Kurd ên li ser sînorê Polonya-Belarûsê îşkence tê kirin
10 mijdar, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Sînor a Belarûsyayê di daxuyaniyekê de ku li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, destnîşan kir ku 4 mêrên Kurd di kampa bêserûber a koçberan de ya li ser sînorê Belarûsya-Polonyayê hatin dîtin û li ser hemûyan jî nîşaneyên îşkenceyê xuya dikin.

Li gorî birîndaran di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku koçber li ser xaka Polonyayê hatin girtin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Li gorî birîndarbûna gelek koçberan diyar dibe ku hêzên ewlehiyê yên Polonyayê bi awayekî hovane nêzî wan bûne û hêz bi kar aniye. Her wiha ew neçar kirin ku vegerin pişt têlê ya li ser sînorê Belarûsyayê."

PIRANIYA KOÇBERAN JI KURDÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE

Koçber ji welatên cuda hatine Belarûsyayê. Ajansa nûçeyan a Belarûsyayê (Belta) li ser zimanekê koçberekî Kurd got, nêzî hezar û 500 kes li herêma ku ne zêde dûrî dergeha Berzocî ya sînor, hene.

Ajansa TAS a Rûsyayê jî li gorî hikumeta Belarûsyayê ragihand ku 2 hezar kes li ser sînor hene.

Yek ji qaçaxçiyên Kurd li Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku gerek ji nêzî 200 koçberên ku dixwazin ji bajarokê Şêladizê û herêma derdora wê derkevin, amade kiriye. Destpêkê dê bi awayekî qanûnî bi rêya balafiran ber bi paytexta Belarûsyayê Mînskê ve biçin, paşê dê bi awayekî derqanûnî bi rêya bejahî biçin dewletên Yekitiya Ewropayê.

Berpirsên herêmî hejmara rast a koçberan eşkere nekirine. Rojnamevanekî ji Başûr destnîşan kir ku ji destpêka buhara îsal ve hejmar gihaştiye 400 kesî ji Şêladizî û bajarokên din ên herêmê û hejmar roj bi roj zêdetir dibe.

SIYASETA PDK`Ê SEDEM E

Çalakvanên ji Başûrê Kurdistanê piştrast kir ku sedema koçberiyê zexta PDK`ê ya li ser welatiyan, paşdeketina rewşa aborî, serweriya PDK`ê li ser petrola herêmê, qutkirina mûçeyan ji ser karmendan û girtina hemû kesê ku banga mafê xwe dikin.

KOÇBERÊN JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI SÛRIYE Û LÎBYAYÊ NE

Koçber ji Başûrê Kurdistanê bi rêya Dubi yan jî Tirkiyê vediguhêzin Belarûsyayê. Ji wir jî koçber hewl didin sînorê di navbera Belarûsya û Polonyayê derbas bikin da ku bigihêjin dewletên din ên Yekitiya Ewropayê.

Her wiha PDK`ê bi hevkariya dewleta Tirk derfetê dide ciwanên Başûrê Kurdistanê ku derbasî Tirkiyê bibin û ji wir berê xwe bidin Ewropayê.

Di dawiya Îlona borî de dewleta Tirk 58 ciwanên Kurd ji başûrê Kurdistanê ku temenê wan di navbera 16 û 30 saliyê de bû û di ser Yewnanistanê re berê xwe didan Ewropayê, girtin. Dewleta Tirk ew ciwanên Kurd piştre derbasî bajarê Ezazê yê Sûriyê kirin û ew xistin cihekî nebaş.

Di destpêka Cotmeha borî de hikumeta Lîbyayê 57 koçberên Kurd ji Başûrê Kurdistanê girtin. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên herêmî yên Lîbyayê ku koçberan dixwest bi rêya avê û Lîbyayê bigihêjin dewletên Yekitiya Ewropayê.

(bx)