Malbata Gulo: Em ê berxwedanê bidomînin, divê em xweparastinê xurt bikin

Endamên malbata Gulo teqez kirin ku ew ê li dijî siyasetên înkar û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, berxwedan û têkoşînê dewam bikin û banga pêşxistina rêbazên xweparastinê kir.

Malbata Gulo: Em ê berxwedanê bidomînin, divê em xweparastinê xurt bikin
10 mijdar, 2021   11:16
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker duh (sêşemê) li djiî malbateke welatparêz a Rojava li taxa Hilêliyê ya Qamişlo komkujiyek pêk anî.

Di komkujiyê de kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn. TEV-DEM`ê êriş wekî berfirehkirina senaryoya sûcên hikumeta faşîst a Erdogan li dijî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kiribû ya ji ber bêçareya wê û têkçûna wê di qada navneteweyî de û bêtehemuliya wê li hemberî îradeya pêkhateyên herêmê ye.

Birayê şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo piştrast kir ku hebûna gelê Kurd di xeteriyê de û got: “Eger em li hemberî sûcên dewleta Tirk rêbazên xweparastnê pêş nexin em ê nikaribin li hemberî vê xeteriyê bisekinin. Rojekê bi azadî jiyankirin, 100 salên koletiyê dike. Koletî ji bo gelan şerm e, divê em li ber xwe bidin.”

Gulo destnîşan kir ku divê haya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji plan û komployên dewleta Tirk û dijminên gelên li dijî siyasetên înkar û qirkirinê li ber xwe didin, hebe û divê li hemberî wê yekgirtî bin.

Gulo wiha dewam kir: “Em ji fikrên rêber Abdullah Ocalan fêr bûn ku divê em di oxira ziman, xak û jiyana bi rûmet de her tiştê xwe feda bikin, heta em ê cîgerên xwe jî bidin.”

Îbrahîm Gulo, bi dehan raperînên ku gelê Kurd pê rabûye bi bîr xist û diyar kir ku ew serhildan li xweşiya sîstemên dagirkerên Kurdistanê û welatên zordar nehat û bi rêya darvekirin û hedefgirtina xwest wan serhildanan tune bike, da ku hêviyên gelê Kurd ên azadiyê yên şênber bûbûn bi dawî bike. Gulo wiha axaftina xwe dewam kir: “Ruxmî ku dewleta Tirk nikarî armancên xwe pêk bîne, lê hîna jî hewldan û planên xwe yên ji bo şikandina gel dewam dike.”

Îbrahîm Gulo teqez kir ku ew ê berxwedanê bidomînin da ku destkeftiyên gelê Kurd biparêzin û got: “Em ê dev ji daxwazên xwe yên azadiyê neqerin. Şehadet rêya ber bi azadiyê ve ye.”

HEDEFGIRTINA WAN TÊ WATEYA KU GELÊ KURD NÊZÎ MAFÊN XWE YÊN REWA BÛYE

Ehmed Gulo ku yek ji birayên şehîd Yûsif Gulo ye destnîşan kir ku Kurd di pêvajoya serkeftinê de ne û wiha dewam kir: “Ev yek bi saya têkoşîn û berxwedana 40 salî pêk hat. Li hemû parçeyên Kurdistanê keç û xortên me li hemberî dijminekî ku qanûn û exlaqê şer nas nake, şerê naskirina hebûn û nasnameyê dimeşînin. Ev yek nîşan dide ku berxwedana gelê Kurd êdî digihêje armanca xwe."

Ehmed Gulo diyar kir ku hedefgirtina kesayetên welatparêz ji aliyê dewleta Tirk ve delîlê ku li hember îradeya gel lewaze û ev hemû diyar dike ku gelê kurd nêzî armancên xwe bûye.

Ehmed Gulo bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî siyasetên înkar û qirkirinê hevgirtî bin û ev tişt anî ziman: "Ji bo em nebin nêçîra dijminên xwe, divê em li hember siyasetên qirkirinê ku li ser gel û pêkhateyên herêmê têne meşandin, hevgirtî bin."

Ehmed Gulo xîtabê dijminê gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em yek gavê paşde navêjin. Em ê xwînê birjînin ji ber ku xaka Kurdistanê pîroz e û hêjaye ku xwîn li ser were rijandin. Bila dewleta Tirk baş zanibe ku heger bi hedefgirtina Kurdan dê wan bitirsîne, em dev ji xaka xwe bernadin û heta dawiyê em ê şer bikin."

(cx, bx)

ANHA