Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb, Hema û Lazîqiyê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li başûrê Idlibê nuqteyên hev topbaran kirin. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê gundewarên li rojavayê Helebê, bakurê rojavayê Hemayê û bakurê Lazîqiyê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb, Hema û Lazîqiyê topbaran kirin
10 mijdar, 2021   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên li Fetîra ya li başûrê Idlibê û derdora Seraqib û rojhilatê wê bi çekên giran bi hev ketin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê herêmên li derdora gundê Kefr Nûran ê li rojavayê Helebê û herêmên din ên li sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê û Kebana ya Çiyayê El-Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê topbaran kirine.

(dx)