​​​​​​​SOHR: Balafirên nenas li Bûkemalê depoyên çekan bombebaran kirin

SOHR’ê ragihand ku balafirên şer ên nenas, nuqte û depoyên çekan li nêzî bajarokê Bûkemalê yê nêzî sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin.

​​​​​​​SOHR: Balafirên nenas li Bûkemalê depoyên çekan bombebaran kirin
10 mijdar, 2021   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên nenas ku nayê zanîn bê ka yên Koalîsyona Navneteweyî yan Îsraîlê ne, nuqte û depoyên çekan ên komên alîgirên Îranê li bajarokê Bûkemalê yê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de çend depoyên çekan hatin rûxandin.

(dx)