Îlham Ehmed li dijî rejîma Tirk bang li civata navneteweyî kir

Îlham Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û pêkhateyên herêmê re deyne.

Îlham Ehmed li dijî rejîma Tirk bang li civata navneteweyî kir
10 mijdar, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed êrişa duh (sêşemê) ya li Qamişloyê pêk hat û di encamê de 3 welatiyên ji malbata Gulo şehîd bûne, wek komkujiyeke hovane bi nav kir.

Îlham Ehmed bi rêya hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo komkujiyeke hovane pêk anî, di encamê de 3 sivîlên ji heman malbatê bûn qurbanî. Heta kengî dê cîhan li hemberî hovîtiya vê rejîmê bê deng be. Em bang li hemû Kurdan û dostên gelê Kurd dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin. Em bang li civata navneteweyî jî dikin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan re deyne û li ser sûcên wê hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.”

(cx)

ANHA