Civîna Astanayê… gelo dê bazareke din pêk were?

Di demekê de ku şer li başûrê Idlibê gur dibe û gefên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîsa ketine rojevê, wezîrê karên derve yê Kazaxistanê ragihand dibe ku gera 17`an a civînên Astanayê li dar bikeve. Gelo dê bazar li ser çi be? Yan dê garantorên Astanayê dîsa têk biçin?

Civîna Astanayê… gelo dê bazareke din pêk were?
10 mijdar, 2021   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Kazaxistanê Muxtar Taluberdî îro ragihand ku dibe ku di meha bê de civîna wezîrên karên derve yên welatên destwerdanê di Sûriyê de dikin ku xwe wek dewletên garantor li ser Sûriyê bi nav dikin (Rûsya, Tirkiye û Îran) were lidarxistin.

Wezîrê Kazaxistanê got: "Em li bendê ne ku hemû beşdar di nîvê meha Kanûnê de amadekariya xwe ya ji bo beşdarbûnê piştrast bikin. Me vexwendname şandine û di formê de me li hev kiriye. Mijarên di rojevê de nehatin qebûlkirin."

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh ragihandibû ku tê payîn ku di meha Kanûna bê de têkildarî Sûriyê di foruma Astanayê de dê civînek were lidarxistin.

Dewletên garantor ên Astanayê bi amadebûna her du şandeyên fermî yên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê yên ku bêyî ku tu biryarekê bidin wekî şahidên lihevkirinan tên dîtin, amadekiriya lidarxistina 17'emîn civîna xwe dikin.

Di 16 gerên borî de dewletên garantor Sûriye di nava xwe de parçe kir û her yek li gorî berjewendiyên xwe tev geriya.

Di gera çaremîn a van civînan de, van welatan rêkeftina "herêma bêçek" pêk anî û herêmên di bin serweriya komên çete de dabeşî çar "herêmên bêçek" kirin.

Bi vê rêkeftinê dewleta Tirk ferman da çeteyên xwe yên li herêmên Sûriyê ku ew ê piştgiriyê nedin herêmên ku hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya Rûsyayê êrişî ser wan dike. Piştre Rûsya dê li ser van herêman radestbûnê ferz bike û li hember wê jî dewleta Tirk dikare herêmên Sûriyê dagir bike.

Rûsya û Tirkiye ji bo kontrolkirina herêmên Sûriyê dem bi dem peymanan çêdikin, her wiha di navbera herêmên Sûriyê de bazaran pêk tînin û guhertinên demografîk li wan herêman pêk tînin ku li gorî berjewendî û armancên wan in.

Di demekê de ku hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya Rûsyayê êrişî Xûta ya li gundewarên Şamê kirin, dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarê Efrînê kir.

Lihevkirineke din di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat. Hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya Rûsyayê beşek ji gundewarên Idlib û Helebê xistin bin kontrola xwe û li hember wê jî dewleta Tirk û çeteyên wê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Hemwextî civînên Astanayê, tevgerên Rûsya û dewleta Tirk li ser Idlibê zêde dibin ku Rûsya dixwaze hêzên hikumeta Şamê bi pêş de biçin û gundewarên başûrê Idlibê kontrol bike.  Dewleta Tirk jî hewl dide êrişên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Di nava van geşedanan de, gelo dê bazareke nû li ser başûrê Idlibê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbe?

(dx)