DYA: Em ji ber serdana wezîrê Îmaratê ji Şamê re bi fikar in

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê da zanîn ku ji ber serdana wezîrê karên derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan ji Şamê re û hevdîtina wî bi Beşar El-Esed re bi fikar in.

DYA: Em ji ber serdana wezîrê Îmaratê ji Şamê re bi fikar in
10 mijdar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Ned Price duh ji rojnamevanan re got: "Em ji ber raporên civînan ên têne şandin, bi fikar in.”

Duh Şamê ragihandibû ku El-Esed wezîrê karên derve yê Îmaratê pêşwazî kiriye û destnîşan kir ku wan geşedanên li herêma erebî û têkiliyên di navbera her du weletan de nîqaş kirine. Ji destpêkirina şerê li Sûriyê sala 2011`an ve ev cara yekemîn e ku serdaneke wiha pêk tê.

Şêwirmendê dîplomatîk ê serokê Îmaratê Enwer Qerqaş têkildarî serdana wezîrê karên derve Al Nehyan ji Sûriyê re û hevdîtina wî bi Beşar El-Esed re gotibû: "Îmarat avakirina pireyan û xurtkirina têkiliyan berdewam dike."

(bx)