Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin

Di van kêliyan de li bajarê Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê ya duh li dijî 3 welatiyên ji malbata Gulo ya welatparêz pêk hatiye, bi dirûşmeya “Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gelê şoreşgerî derkevin” xwepêşandaneke girseyî li dar dikeve.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî komkujiya Hilêliyê xwepêşandeke girseyî li dar dixin
10 mijdar, 2021   08:51
QAMIŞLO

Bi hezaran gelê kantona Qamişlo ji qada Şehîd Xebat berê xwe da mala malbata Gulo ya welatparêz a li taxa Hilêliyê ya Qamişlo, xwepêşandêr li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û dijminahiya wê li dijî gelê herêmê hêrsa xwe nîşan didin.

Dewleta Tirk a dagirker duh (sêşemê) li dijî yek ji malbatên welatparêz ên Rojava (malbata Gulo) bi balafireke bêmirov li taxa Hilêliyê ya Qamişlo êriş pêk anîbû, di encamê de kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn.

Girseya gel ku wêneyên hersê şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û PYD`ê rakirine, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” berz dikin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa dewleta Tirk a dagirker wekî berdewamkirina metoda qirkirinê ya li dijî gelê herêmê bi nav dike.

(cx)

ANHA