Elî Kerîmî: Sedema koçberiyê PDK û malbata Barzanî ye

Nivîskar û siyasetmedar Elî Kerîmî têkildarî tawanbariyên PDK`ê ku dibêje gelê Başûr ji ber PKK`ê koçber dibe, diyar kir ku koçberiya li Başûrê Kurdistanê pêk tê encama siyaseta PDK, hikumeta Başûrê Kurdistanê û malbata Berzanî ye.

Elî Kerîmî: Sedema koçberiyê PDK û malbata Barzanî ye
10 mijdar, 2021   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN-CÎHAN BÎLGÎN 

Li ser navê PDK`ê Pêşewa Hewramanî di civîneke çapemeniyê de li ser koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê PKK tawanbar kir û got: “Birçîkirina Kurdistanê ji aliyê hikumeta Iraqê ve, hederkirina serweta giştî û hebûna çekdarên PKK`ê li deverên sînorî, sedemên sereke yên koçberiya bo derveyî welat e.”

Penaberên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, ji bo biçin welatên Ewropayê ber bi sînorê Polonyayê ve herikîn. Bi hezaran koçber li ser sînorên Belarus-Polandê asê mane û sînorê Polonya li pêş derbasbûna wan hatî girtin. Koçber rastî zext û rewşa hewayê ya nebaş tên. Zêdetirî 20 koçberên Kurd ji birçîbûn û sermaya zêde jiyana xwe ji dest dane. Heya niha li ser sînorê Polonya-Belarûs rewşa koçberan di xeteriyê de ye. Li dijî vê rewşê KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê bang kiribû ku ji bo penaberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê bi lezgînî tevgerek çêbibe.

Di encama siyaseta li Başûrê Kurdistanê de, di 11 mehên dawîn de 37 hezar hemwelatiyên Iraqê koçberî derveyî welat bûne, di nav wan koçneran de 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û aqûbeta 11 kesan jî nayê zanîn.

Li gor siyasetmedar û gelê Başûrê Kurdistanê sedema koçberiyê sekin û pratîka deshilata li herêmê ye.

`BERPISYAR PDK, HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û MALBATA BERZANÎ YE`

Nivîskar û siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Elî Kerîmî derbarî tawanbariya PDK û rewşa koçberan re ji ajansa me re axivî û got: “Koçber li ser sînorên Polonya-Belarûs di rewşeke dermirovî de ne. Ne dihêlin paşde vegerin, ne jî pêşde biçin. Mixabin piraniya wan koçberan ji gelê Başûrê Kurdistanê ye. Mixabin ji ber siyaseta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya aborî, tendûristî, zexta ku tên kirin dibe sedem ku gelê Başûrê Kurdistan berê xwe bide Ewropa. Rewşa azadiya civakê û ragahandinê nebaş e. Ev cihê mixabiniyê ye. Ev heqiqeteke ku gelê Başûrê Kurdistan ji ber hikumeta Başûrê Kurdistanê welatê xwe dihelê û ber bi Ewropa re diçe. Yên ku koçber dibin rastî gelek nebaşiyan, astengî û xeberan tên. Berpirsyarê vê koçberiyê hikumeta Başûrê Kurdistanê, PDK û malbata Berzanî ne ku deshiladariya heremê di destê wan de ye. Ji wê malbatê her kesek bûye dewlemend. Çavkaniya aboriyê di destê xwe de dihêle.”

` ÊDÎ KES DEREWÊN WAN BAWER NAKE`

Kerîmî da zanîn ku rojnamevanên ku li Behdînanê behsa dizî û gendeliya li herêmê dikirin, ji wan sedî 80 hatin girtin, ku dadgeh jî bûne koleyê PDK`ê. Kerîmî diyar kir ku niha jî hin rayadarên PDK`ê bê ku şerm bikin dibêjin `sedema vê koçberiyê Heşdî Şebî yan jî PKK ye` û wiha dewam kir: “Ev dereweke gelekî mezin e. Ez bi xwe li Başûrê Kurdistanê me. Heskirineke mezin ya gelê Başûrê Kurdistan ji bo PKK`ê heye. Ew ji bo ku siyaset û kiryarên xwe veşêrin, her care aliyekî tawanbar dikin. Mînak dibêje 'ji ber Bexda pere nade ciwanên Kurdistanê welat berdidin' ev axaftinek bi şerm e. Yên ku bi vî şewazî daxuyanî didin bi di esas de koleyê malbata PDK`ê ne. Sifata ku ji wan re hatiye dayîn ji bo dayîna daxuyaniyên bi wî awayî ne. Dibêjin PKK zextê dike, tu wateya van gotinan tine ye. Bi van daxutyaniyan dixwazin dilê axayê xwe (PDK) xweş bikin.”

Kerîmî anî ziman ku sedema koçberiyê nebûne azadî, xerabûna rewşa aborî, mirovî ya li herêmê ye û ev tişt lê zêde kir: “Gel bêçare dimîne û berê xwe dide derve. Yên ku vê deshiladariyê li ser gelê herêmê dimeşîne ne Saddam e, ew bi xwe ne. Ev hemû encama siyaseta PDK`ê ya çend salan e ya ku li Kurdistanê têk çûye. Yên ku dibêjin sedema vê koçberiyê PKK yê bila bizanibin gelê Başûrê Kurdistan ji wan bawer nake ku gelekî zane û xwedî nêrîne. Gelê Kurd êdî ji derewên wan bawer nake.”

ANHA