Hikumeta Şamê welatiyek bi îşkenceyê qetil kir

Hikumeta Şamê Îbrahîm Hemze El-Nezal ê ji Tirbespiyê li girtîgeha Seydnaya bi îşkenceyê qetil kir.

Hikumeta Şamê welatiyek bi îşkenceyê qetil kir
9 mijdar, 2021   17:38
QAMIŞLO

Hêzên hikumeta Şamê di Îlona 2019’an de welatiyê bi nave Îbrahîm Hemze El-Nezal û biraziya wî ya astengdar Hind Mihemed El-Nezal girtin.

El-Nezal ji gundê Hiso  Ritle yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye, dema ku ji patexta Şamê diçûn herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta ku bi qaçaqî derbasî herêmên hikumeta Şamê bûne û nasnameya biraziya wî tune ye hatin girtin.

Tevî hemû hewldanên malbatê yên îsbatkirina nasnameya keça xwe ku hatiye qeydkirin lê hîna nasname wernegirtiye, hêzên hikumeta Şamê bêyî tu dadgekirinê ew keç 8 mehan girtin, lê Îbrahîm Hemze El-Nezal veguhastin girtîgeha Seydnaya ya leşkerî.

Duh, hikumeta Şamê malbata Îbrahîm Hemze El-Nezal agahdar kir ku wî jiyana xwe ji dest daye û sedemên mirinê jî eşkere nekirin. Her wiha hikumeta Şamê qebûl nekir ku cenzeyê radestî malbatê bike.

Çavkaniyekî ji malbata El-Nezal ji ajansa me re eşkere kir ku Hemze Îbrahîm ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da û heta niha cenaze nedane malbatê da ku îşkence neyê eşkerekirin.

Malbata Îbrahîm Hemze El-Nezal li gundê Hiso Retlê ku 15 kîlo metre dikeve başûrê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qamişlo konê sersaxiyê veda.

Îbrahîm Hemze El-Nezal bavê 7 zarokan e, di mezreyekê li Xûta ya patexta Şamê de dixebitin.

(fr)

ANHA