​​​​​​​Li Minbicê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Yekîneya Antî-terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

​​​​​​​Li Minbicê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
9 mijdar, 2021   17:05
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Li bajarê Minbicê li bendeke kontrolê guman li ser erebeyekê hebûn, li ser vê yekê yekser erebe hate sekinandin. Dema kontrolkirina erebeyê,  YAT’ê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 çete ji şaneyên DAIŞ’ê ku di nava kelûpelan de xwe veşartibûn, dîtin. Ew û ajokarê erebeyê girtin û veguhestin aliyên têkildar ku tedbîrên guncaw bigirin."

(fr)

ANHA