​​​​​​​PYD: Divê aliyên navneteweyî erka xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk pêk bînin

Meclisa Giştî ya PYD’ê êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Qamişloyê şeremzar kir û bang li aliyên navneteweyî yên garantor kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan erka xwe bi cih bîne.

​​​​​​​PYD: Divê aliyên navneteweyî erka xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk pêk bînin
9 mijdar, 2021   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke sivîlan li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê ku di encamê de ji malbatekê 3 kes şehîd bûn, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Sûcekî din li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên plankirî yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dibe. Dewleta Tirk a dagirker bi êriş û sûcên xwe yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû mîsaqên navneteweyî û peymanan bin pê dike.

Îro d09.11.2021’an di saetên ber êvarî de balafireke bêmirovî ya dewleta Tirk a faşîst li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê erebeyeke sivîlan bombebaran kir, di encamê de 3 sivilên di erebeyê de şehîd bûn.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bang li aliyên navneteweyî yên garantor dikin ku sînorekê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan re deynin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku van sûcên şer ku dikevin xana şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, şermezar bike. Li aliyekî din jî bang li gelê xwe û tevahî hêzên demokrat dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê û binpêkirinên faşîzma Tirk di parastina xwe ya rewa de li kêlek QSD’ê bisekinin."

(fr)

ANHA