Rojnameyên erebî: Hefteya bê Rûsya û Amerîka li hev dicivin

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa li Sûriyê, Iraqê û aloziya li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Hefteya bê Rûsya û Amerîka li hev dicivin
Rojnameyên erebî: Hefteya bê Rûsya û Amerîka li hev dicivin
Rojnameyên erebî: Hefteya bê Rûsya û Amerîka li hev dicivin
9 mijdar, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DIYALOGEKE VEŞARTÎ DI NAVBERA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ DE JI BO RÊGIRTINA LI PÊŞIYA ŞER’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Berpirsê Rojhilata Navîn ê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî Brett McGurk, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînin û nûnerê serokatiyê Aleksander Lavrentiev dê hefteya bê li Cinêvê têkildarî Sûriyê civîneke fermî li dar bixin. Bi nêzîkbûna dema dirêjkirina biryara navneteweyî ya têkildarî alîkariyên mirovî di destpêka sala bê de û li gel alozbûna rewşa leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev alî hêvî dikin ku zemînek ava bibe da ku şer rû nede.

Rêveberiya Joe Biden ji destpêkê ve bi rêya pêkanîna diyalogeke siyasî bi Rûsyayê re hewl dide Rûsya dirêjkirina biryara alîkariyên mirovî yên “bi rêya sînoran” erê bike ku dema wê di Tîrmeha borî de bi dawî bûye. Li gel lihevkirina di navbera Biden û Pûtîn de li Cinêvê di Hezîrana borî de, McGurk, Verşînin û Lavrentiev bi awayekî veşartî li Cinêvê di destpêka Tîrmehê de li hev civiyan. Her wiha li ser reşnivîsa biryareke navneteweyî ya nû li hev kir.

Washingtonê gelek tawîz dan Moskovê. Li şûna derbaskirina alîkariyan bi rêya sê dergehan Washingtonê li ser derbaskirina alîkariyan bi rêya dergehê Bab El-Hewa ya di navbera Idlib û Tirkiyê de erê kir. Her wiha gelek dewletan, di nav de Fransayê, got ev têgeh tê wateya ku Rûsyayê şertên Ewropayê binpê kirin ku ji 3 ‘na’yan pêk tê; na ji fînansekirina projeyên jinûve avakirinê re, na ji bidawîkirina cezayên rojavayî yên li ser hikumeta Şamê re û na ji başkirina têkiliyan bi Şamê re. Heta ku pêşketineke cewherî di xebatên aştiyê de çêbe û biryara 2254’an pêk were, dewletên rojavayî ev şert danîn.

Li beramberî wan tawîzan, Moskovê bi awayekî devkî dirêjkirina biyara navneteweyî heta 6 mehên din erê kir. Dosyaya xebatên aştiyê, komîteya destûrê û parastina agirbestê li eniyên di navbera her sê herêman de xistin rojevê. Her wiha pabendî rêgirtina li pêşiya rûdana şerekî di navbera artêşa Amerîkayê û Rûsyayê de li rojhilatê Firatê bû.

Di Îlonê de McGurk, Verşînin û Lavrentiev civîna duyemîn a diyalogê li dar xist. Tê de ji ber ku Amerîkayê efû di warê cezayên Qanûna Qeyser de pêşkêş nekirin, zext li Şamê sivik nekir, bi lez nekir ku Banka Cîhanê xebatên sererastkirina xeta gazê ya erebî ku ji Misir û Urdinê tê û di Sûriyê re derbas dibe û digihêje Lubnanê fînanse bike, aliyê Rûs lome ji aliyê amerîkî kir. Her wiha Rûsan derengxistina pêşkêşkirina alîkariyan “bi rêya xetan” rexne kir û ji wê zêdetir lome kir ku lîsteyeke din a cezayan di dawiya Tîrmehê de derket.

Civîna di navbera McGurk û Verşînin ji siyasî bêhtir bûye mirovî. Girîngî dide biryara alîkariyên “bi rêya sînoran” û “xetan”. Rast e serfermandarê Rûs Valery Gerasimov û yê amerîkî Mark Milley li nêzî Helsinkiyê beriya çend hefteyan civiyan da ku lihevkirina “rênedana şer” li Sûriyê biparêzin, lê di çend rojên dawîn de hêzên Rûsyayê belavûna xwe li nêzî hêzên Amerîkayê zêde kir. Bi armanca rêgirtina li pêşiya destwerdaneke din a Tirkiyê Rûsyayê balafirên şer li Qamişlo û Reqayê belav kirin, dewriye û navendên xwe fireh kirin. McGurk rêgirtina li pêşiya Tirkiyê qebûl dike, lê dîsa fêm dike ku belavbûna Rûsyayê zextê li ser hêzên Amerîkayê zêde dike ku ji Sûriyê vekişin.

Ji bo van tevgeran, pêwîst bû ku rojane têkilî di navbera Amerîka û Rûsyayê de hebe. Her wiha pêwîst bû hewldanên siyasî ji nû ve aktîf bibin da ku Washington, QSD`ê û beska wê ya siyasî MSD`ê li ser diyaloga bi Şamê re teşwîq bike. Moskovê jî hikumeta Şamê teşwîq kir ku bi kurdan re siyaseteke nermtir bimeşîne. Di wê çarçoveyê de birêz Îlham Ehmed li Washington û Moskovê û Lavnertiev li Şamê bû. Dibe ku diyaloga rûsî-amerîkî ya piştî çend rojan, ji bo ceribandinda ihtimalên pêşxistina diyalogê di navbera Qamişlo û Şamê de bibe boneyek.

‘KOMSERIYA HILBIJARTINAN A IRAQÊ; ENCAM RAST IN’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsandin: "Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê roja duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku encamên ji nû ve jimartina dengên 4 hezar navendên hilbijartinan yek bûn."

Piştî derbasbûna rojekê li ser hewldana binkeftî ya kuştina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi rêya balafireke bêmirov, komseriyê ev agahî parve kir.

‘HEWLDANÊN EREBAN JI BO ALOZIYA LUBNANÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Di nava alozbûna krîza hikumeta Lubnanê de, îdiayên wê, zehmetiyên wê yên hundirîn û derve, şandeyek ji yekitiya Komkara Erebî bi serkêşiya sekretêrê giştî yê alîkar balyoz Husam Zekî duh hate Beyrûtê. Şande ji bo ji nêz ve kûrahiya aloziya Lubnanê lêkolîn bike. Li gorî nêrînên siyasî ku rêya aloziyê dê dirêj e û zehmetî heta niha heye ku li gorî tê xwestin nêzîkatiyê bike û teqeziyê li ser dayîna aliyê erebî ji aloziyê re yan jî alîkariya ji bo çareseriyê, bike.”

(şx-bx)