Li çiyayê Zawiye di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer

Li çiyayê Zawiye, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer rû da. Her wiha hêzên hikumetê gelek bajarokên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Li çiyayê Zawiye di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer
9 mijdar, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên Filêfil ên çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê, şer rû da.

Ji aliyekî din ve jî li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê deverên li Keferteal û Kefer Eme yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

(dm)