Feleknaz Uca di parlamentoya Tirkiyê de li çarenûsa jinên li Efrînê pirsî

Parlamentera HDP'ê ya Feleknaz Uca, ji bo ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li dijî jinan bên lêkolînkirin, pêşnûmepirsek pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kir.

Feleknaz Uca di parlamentoya Tirkiyê de li çarenûsa jinên li Efrînê pirsî
9 mijdar, 2021   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her cure sûcên şer li dijî gelan û bi taybet jinan wekî îşkence, revandin, tecawiz û qirkirina etnîkî didomîne. Parlamentera HDP'yê ya Êlihê Feleknaz Uca, ji bo ku sûcên şer ên di raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de werin lêkolînkirin, pêşnûmepirsek pêşkêşî parlamentoya Tirk kir.  

Di pêşnûmepirsê de tê gotin: "Piştî êrişên artêşa Tirk û komên çekdar ên ku piştgiriya wan dike di 20'ê Çileya 2018'an de dest pê kir, her roj li trajediyên mirovahiyê li kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 18'ê Adarê de ket bin kontrola komên çekdar, zêde dibin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha li bajêr ku veguheriye navenda talan, xespkirin, destavêtin û paqijiya etnîk, zêdetirî hezar jin hatine revandin. Çarenûsa piraniya jinên hatine revandin ne diyar e. Li gorî saziyên sivîl ên Efrînê di navbera 18'ê Adara 2018 û 25'ê Cotmeha 2021'an de li bajêr 84 jin hatine qetilkirin. Ji wan jinan 6 kesan dawî li jiyana xwe aniye, li dijî 71 jinan jî êrişên zayendî pêk hatine. Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku êrişên li dijî Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên destekê didin wan ve li dijî jinan dewam dikin û ji roja destpêkirina êrişên li dijî Efrînê ve sûcên şer bê navber dewam dikin

Di vê çarçoveyê de;

1. Ji 2018'an ve li Efrînê jin hatin revandin û windakirin? Çarenûsa jinên ku bi destê komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hatine zindanîkirin, çi ne?

2- Polîtîkayeke we ya ji bo pêşîgirtina li qetilkirina jinan û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Efrînê heye?

3- Ji bo peydakirin û vegerandina jin û keçên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin, hûn tiştekî dikin?

4- Li ser sûcên li dijî jinan û sûcên şer ên zêdetirî 3 sal e dewam dikin û di raporên navneteweyî de jî cih digirin, lêpirsîneke bibandor tê meşandin? Li hemberî berpirsyaran tu gaveke hiqûqî hatiye avêtin? Heke nehatibe kirin, sedem çi ye? Tu xebatek dê bê kirin?

5- Têkildarî darizandina kesên ku li Efrînê sûcên wekî talan, revandin û îşkenceyê dikin, xebateke we heye?”